WAN - Li Erdîşê, F.B.’ê ku dikana wî nêzî du dibistana ye, 13 zarok îstismar kirin. Piştî ku zarok ji mamosteyên xwe re rewşê gotin, îstismar eşkere bû. Der barê F.B. de biryara girtinê hat dayîn, lê belê bêyî ku îfadeyê bide reviya.
Li Erdîşa Wanê, F.B.’yê ku dikana wî li nêzî du dibsitanana ye 13 zarok îstismar kirin. F.B. zarokên keç û kur ên ji bo tiştan bikirin diçûn dikanê îstismar kir. Piştî ku zarok ji mamosteyê xwe re dibêjin, îstismar aşkere dibe. Piştî malbat pê dihesin, giliyê F.B. dikin. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve birêvebirin de, ewil zarok şandin Navenda Şopandinê ya Zarokan. Li navenda şopandinê îfadeya zarokan hat girtin. Piştî ku malbat bûn gilîdar, F.B. reviya. Dozgeriyê biryara zevtkirina bersûc da, lê belê hîn jî nehatiye girtin.
ZAROKAN BEHSA ÎSTISMARÊ KIR
Ji 13 zarokên hatin îstismarkirin, zarokeke keç di îfadeya xwe ya da pisporan de got, dikane F.B. li ber dikanê ye. Zaroka keç got: “Dema em diçûn dikanê tim zarokên keç maç dikirin. Dema diçûm dikanê dest dida min jî. Her wiha liv û tevgerên nebaş dikir. Diya min got êdî tiştekî ji wir nekire. Dema em di ber dikanê re diçûn gazî me dikir. Ji ber ku ev bûyer tim dewam kirin, me jî ji mamosteyê xwe re got. Gilîdar im.”
‘ME JI MAMOSTEYÊ XWE RE GOT’
Keçeke din jî di îfadeya xwe de got: “Remezana sala çûyîn ji bo besteniyê çûm dikanê. Dema çûm dikanê ev kes ji min re got, tu çi dixwazî rahêlê. Dema min ji refan tişt radikirin, tim destê xwe dida min. Li ser vê demildest ez ji wir derketim. Berê jî deme di ber dikanê re diçûm bi destan liv û tevgerên nebaş dikirin. Gilîdar im.”
MA / Nimet Olmez