ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a bi mehan e li Kolana Yukselê tê lidarxistin, di roja 339’an jî berdewam kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 219’an de domiya. Piştgirên Gulmen û Ozakça çalakiya “Em karê xwe paşve dixwezin” di roja 339’an de domandin. Polîsan cardin mûdaxileyê çalakgeran kir û pankartên di destên wan de cirandin. Polîsan dûrê 3 kes binçav kirin.
HEVJÎNÊ POLÎS BERTEK NÎŞANÎ ÊRÎŞA POLÎSAN DA!
Du jinên li Kulana Konurê xarin dixwarin, bertek nîşanî gaza îsotê ya polîsan avêt, dan. Di nîqaşa derket de jinekê got ew parêzere. Jina din a got ew hevjîna polîse, bi gotina “Ger hûn dibêjin em erkdarên çemawerîne, divê hûn zanibin ka çawan nêzî mirovan bibin” bertek nîşanî polîsan da. Jinan, diyar kir ku dê derbarê polîsan de serledan sûc bikin.