* Nivîskar Tarik Ziya Ekîncî bal kişand ser girîngiya manîfestoya HDP’ê û got: “Tekane alternatîfa rejîma îro HDP ye. Ev taybetmendiya wê hemû mijaran di Danezana Hilbijartinê de digire nava xwe û divê ev aşkere bê diyarkirin.”
* Hunermend Kadîr Çat, bi straneke bi navê “Bêje Bes” çêkir û dê bi vê strana xwe destekê bide HDP’ê. Çat got: “Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in.”
* Masîpankên ku li Wanê di nav ava bi soda de dijîn, ber deverên ava şirîn ve koç dikin. Masîpank ji bo ber bi deverên ava bi şirîn ve biçin, li hemberî pêlan li ber xwe didin. Gelek kes ji bo vê berxwedana wan temaşe bike, tên keviyên avê.
* Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Mahsûn Erîg, diyar kir ku ew ê htea hilbijartinê bênavber li qadan bin û got: “Ji 15 parlementeran em ê 3’yan bişînin, lê armanca me 4 in.”
* Li Erdîşê, F.B.’yê ku dikana wî nêzî du dibistana ye, 13 zarok îstismar kirin. Piştî ku zarok ji mamosteyên xwe re rewşê vedibêjin, îstismar aşkere bû. Der barê F.B. de biryara zevtkirinê hat dayîn, lê belê bêyî ku îfadeyê bide reviya.
* Girtiyê ji doza PKK’ê Enes Taşkin, ji ber ku nexwest ew û DAIŞ’iyên komkujiya Enqerê pêk anîn, di heman qawîşê de bimînin hat derpkirin.
* Li kolana herî qelebalix a Sûrê ku Qada Sîtê ye, li ser Yakut Plazayê avahiyeke qaçax hat çêkirin.
* Îdianameya der barê 21 xebatkarên Matbaaya Gunê ku piştî qeyûm tayînî wê hatibû kirin hatibûn girtin hat amadekirin. Di îdianameyê de pirtûka rêzimanî “Zimanê Kurdî” ku li matbaayê hat çapkirin wekî “qaşo rêzimana kurdî” hat nîşandan. Tenê weşanên ku di matbaayê de hatine çapkirin wekî delîl hatine nîşandan.
* DSÎ’yê ku dest bi etaba ewil a projeya “Rekreasyona Geliyê Dîcleyê” ku ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hat amadekirin kiribû, xebata xwe taloqî piştî hilbijartinê kir.
* Seroka Baskên Jinan a AKP’ê Hatîce Atan, ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên li Şirnexê hatin kirin û wekî “serokên xeyrî fermî” yên şaredariyan dihat zanîn, ji AKP’ê bû namzetê Şirnexê.
* HDP, bi şîara "Dê bi jinan biguherin" dê bi namzetên jin re civînekê beyannameya hilbijartinê ya jinan li Odeya Endesyarên Înşaatê ya TMMOB'ê pêk bînin.
* Danişîna doza kuştina Medenî Yildirim yê li gundê Hêzan'ê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza bûyera DAİŞ'ê ya li navçeya Peyaza Amedê pêk hat û 2 jê polîs 5 endamên DAİŞ'ê hatin kuştin dê li li 5'emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê dê li Salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB'ê bi namzetan re civînê pêk bîne. (12:00)
* Danişîna doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya ku girtî tê darizandin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (13.00)