COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, îdîa kir ku li girê gundê Talê yê Colemêrgê goristanek aîdê 12 HPG’iyan hat dîtin.
Walîtiya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand û îdîa kir ku li girê gundê Talê yê Colemêrgê goristanek aîdê 12 HPG’iyan hat dîtin. Walîtiyê, diyar kir ku kevirê gorên 12 kesan û navên kodên wan ên di kavanozên cam de cih girtin, hatin dîtin.
Navên kodên li ser goran hatin dîtin wihan e. Kemal, Gulbahar, Nuda, Munzur, Zîlan, Viyan, Besîle, Rerîn, Nuguda, Tekîn, Başkale û Hakî.