RIHA - 7 sal, 3 meh û 15 roj cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Wêranşarê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Emrullah Cîn û biryara berdana wî da.
Li Rihayê di Kanûna 2016’an de, di serdegirtina malan de, Hevşaredarê Wêranşarê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Emrullah Cîn, Wekîlê Hevşaredarê Pirsûsê Îbrahîm Halîl Akbaş û Alîkarê Hevşaredarê Wêranşarê Şeyhmus Çakirtaş hatibûn binçav kirin û girtin. Danişîna biyarê ya doza Cîn, Akbaş û Çakirtaş li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Rihayê hat dîtin.
Şandeya dadgehê bi îdîaya “Endamê rêxistinê” 6 sal û 3 meh, bi îdîya “Propagandeya rêxistinê kirin” jî salek û 15 roj cezayê girtîgehê dan Cîn û biryara berdana wî da. Dadgehê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” her yek salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Şeyhmus Çakirtaş û Halîl Akbaş.