STENBOL - Malbatên xwendekarên dibistana seretayî ya Mehmetçîkê Sultangazî ku rêveberiya dibistanê ji bo parkê pere ji zarokên wan stend, çalakî pêk anîn û gotin: “Heta midûrê dibistanê îstîfa bike çalakiyên me dê bidomin."
Malbatên xwendekarên Dibistana Seretayî ya Mehmetçîkê ya li taxa Yunusemre ya Navçeya Sultangazi ya Stenbolê, ji ber rêveberiya dibistanê heqê lîstina parkê 10 tl pere ji wan stend, çalakî pêk anîn. Malbat li pêş dibistanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan pankarta “Ne tîcaretxane ye, dibistan e. Ne muşterî ye, xwendekar e" vekirin. Malbatan bê navber dirûşmeyên “Bêdeng nemîne. Tu bêdeng bimîne dê dor bê te jî", “Midûr istifa”, “Mehmetçik ranezê li xwendekarên xwe xwedî derkevin." berz kirin. Li ser navê weliyan Sultan Aydin daxuyanî da.
Aydin, diyar kir ku wekî malbatên xwendekaran bi armanca perwerdehiyê zarokên xwe dişînin dibistanê, lê midûr erka xwe xerab pêk tîne. Midûra dibistanê Birêz Şanver Aydın Demir, weliyên xwendekaran û yekineya malbatan a dibistanê kêm xistiye. Midûr xebatên bazirganiyê dimeşîne. Xwendekaran dikin amura bazirganiyê. Xwendekar hatin hepiskirin. Xwendekarên ku 10 TL pereyên wan dune bûn li dibistanê hepis kirin. Tî û birçî hiştin."
HETA MIDÛR ÎSTÎFA BIKE DÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN
Aydin, da zanîn ku heta midûrê dibistanê Şanver Aydın Demir îstîfa bike dê çalakiyê wan bidomin.
Malbatan û weliyan xwestin daxwaznameyên kom kirine radestî Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeya Sultangazî bikin. Lê bi sedema ku midûr di civînê de bû daxwazname radestî midûr nekirin. Li bendê ye ku malbat bi hezaran imzeyên kom kirine di rojên pêş de dîsa teslîm bikin.