ENQERE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku divê demildest namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan û hikûmet li hemberî daxwazên berdana Demîrtaş bêdeng nemîne.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen darbarê girtina namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de daxuyanî da û wiha axivî: “Piştî namzetiya Demîrtaş ji aliyê YSK’ê ve bi fermî hat ragihandin, me serî li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn da û xwest bê berdan. Pêvajoya hilbirjartinê berdewam dike û birêz Demîrtaş jî girtiye. Bêyî ku tu delîlên mafdar nîşan bidin di girtîgehê de digirin û xebatên wî yên hilbijartinê asteng dikin. Ger astengiyek hebûya, wê demê ji namzetiya wî qebûl kirin?”
Bilgen, anî ziman ku ew baş dizanin ku ev pêvajo ne tenê hiqûqiye û wiha got: “Lê ger hikûmet vê yekê weke pêvajoya hiqûqû dinirxîne, wê demê divê hemû mafên gerdûnî bine cih. Em cardin bang li dadgehê, desthilatdariya siyasî û raya giştî dikin ku bila hev hilbijartin di nava wekhevî, azadî û serbestiyê de bê kirin. Ji ber vê bêyî ku rojek din deng bimîne, bila birêz Demîrtaş bê berdan û beşdarî xebatên xwe yên kampanyeya hilbijartinê bibe. Em dixwazin hemû astengiyên li pêşiya wî rabin. Divê desthilatdariya siyasî li hemberî daxwazên serbest berdana Demîrtaş bêdeng nemînin û gavekê şênber bavêjin.”
Bilgên piştî daxuyaniyê bersiva da pirsîn rojnamegeran û wiha got: “Civîna me ya Lijneya Rêveberiya Navenda HDP’ê berdewam dike. Piştî namzetên me hatin diyar kirin emê saet 15.00’an de li ber Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) daxuyanî bidin.”