ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê, bertek nîşanî biryara DMME ya ji bo Komkujiya Roboskê da û got: “Dê têkoşîna me ya edaletê ya ji bo Roboskê berdewam bike.”
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropê (DMME) bi hinceta ‘hîna rêyên hiqûqê yên navxweyî temam nebûne’ serlêdana Komkujiya Roboskê ya di 28’ Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê ya navçeya Qilabana Şirnexê pêk û di komkujiyê de 19 jê zarok 34 sivîl hatin qetilkirin, red kiribû. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê, bi armanca şermezar kirina biryara DMME li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Enqerê civîna çapemeniyê pêk anî.
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nuray Çevirmen, di civînê de axivî û wiha got: “Vê biryarê êşek din li ser êşa malbatan zêdetir kirin. 7 salin bê navber têkoşîna hiqûqê tê meşandin. Em ê têkoşîna xwe ya daxwaza edaletê ya ji bo Roboskê bê navber berdewam bikin.”