EFRÎN - Li Efrînê piştî operasyonê di 20'ê Çile de dest pê kir û bi êrîşa tang, top û balafiran gel ji Efrînê derxistin, 4 mehin hêj gelê Efrînê nikarin vegerin gund û warên xwe. Li aliyekî malbatên ji Xuta û Duma anîn, li vir bi cih dikin, li aliyekî îbadetxaneyan dikin navendên leşkerî û li aliyê din jî navên gund, navçe û warên dîrokî tên guhertin û berhemên dîrokî bi wesayitan dibin Stenbolê.
TSK û OSO bi biryara hikûmeta AKP/MHP'ê di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî gelê Efrînê operasyon da destpêkirin. Piştî du mehan ji ber topbaran û bombebarana tang, top û balafiran zêde bû, gelê Efrînê neçar ma Efrînê vala bike. Piştî gelê Efrînê bajar û navçe vala kirin, komên OSO û yên girêdayî wê dest bi talankirin û wêrankirinê kirin. Li aliyekî mal û milk revandin û li aliyê din navên gund û warên dîrokî diguherînin. Berhemên dîrokî direvînin û navendên leşkerî ava dikin. Kuştin, revandin, tecawiz didome. Ev guhertina demokrafiya herêmê plana Islaha Şerqê ya salên 1925-30'an ku Ataturk û hevalên xwe li dijî bajarê kurdan dubare dike. Wê demê li Koçgirî, Dêrsim, Pîran, Amed, Malatya, Meraş û Rihayê bi sed hezaran kurd ji cih û warên xwe koç kirin. Hatin kuştin û jin rastî destdirêjiyê hatibûn. Niha jî heman dîmen li Efrînê dubore dibe. Guhertina demografîk ne tenê di asta bicihkirina malbatên biyanî, li ser gundewar û navenda Efrînê bi cih kirine.
NAVAN DIGUHERÎNIN
Guhertina navên cih û waran weke mînak, Kevirê Ker ê girêdayê navçeya Raco ku bibû sembola Berxwedana Serdemê îro. Pêve girêdayî navê gundan, navê saziyên wekî nexweşxane û hwd hemû hatine guhertin. Guhertina şûnwarên dîrokî weke Parastgeha ku li gundê Elbîskê ya Raco derketibû, Tirba Nebî Hûrî ya li navçeya Şeran û kolandina şûnwarên gundê kevnar a Kîmarê û Beradê ya li navçeya Şêrawa, dîsa girê ku nîşaneya bermahiya ku 12 hezar sal şopanên mirovahiyê ya li Girê Cindirêsê derketibû, ev hemû bi fermana TSK û OSO hatin vekirin û şandin Stenbolê.
NAVENDÊN LEŞKERÎ AVA DIKIN
Guhertina demografîk, beşek ji vê plansaziyê ye lê beşa esasî li ser nifşek nû ya mirovan bi xwe ye. Niha li şûnwaran ji sedî 70 bûne navendên leşkerî û îstîxbarata (MÎT) ye. Yek ji wan dibistana Şehîd Ezîm e (Emîn Xûbarî). Yek ji navendên sereke ya kordînekirina çalakî û asîmilasyonê ye. Dîsa navenda Viyan Amara weke navendeke ji bo zarokan fêrî zimanê tirkî bê kirin, tê şixûlandin. Peymangeha Pîşesazî (Sanayî) ya girêdayê Zanîngeha Efrînê weke navendeke Girtîgeh (Terbiyekirina mirovan) tê bikaranîn. Dibistana Lîse ya bi nave Şerîatê weke navendeke Dadgeha Şerîatê dixebitînin. Kesekî bi navê Muhamed Neqşîbendî ku herî zêde nêzî Serokê Giştî ya AKP’ê Erdogan e, weke Muftiyê Giştî ya Efrînê hatiye tayînkirin.
ÎBADETXANE KIRIN NAVENDÊN LEŞKERÎ
Ji bilê vê gelek parêzgeh, îbadetxane û gundên Êzidî û Elewiyan jî weke navendên leşkerî bikar tînin. Mînaka gundên Êzidiyan wekî Feqîra, Sînka û Qîbarê wek navendên leşkerî bikar tînin û ketina Êzidiyan a gundên xwe qedexe kirine. Ji gundên Elewiyan jî, li navçeya Mabeta Mala Elewiyan ji aliyê Koma Sultan Murad ve tê bikaranîn, Ziyaretgeha Yaxmur Dede jî ji aliyê Artêşa Tirk ve bi dozerê (Treks) xerakirin û li cihê wê navendekî leşkerî ava dikin.
Bermahiyên van demografiyê hemû ya Meclîsa Sivîl a Efrînê (ku piştre ava kirin) ye. Ev guhertin û binpêkirina li ber çavên vê meclîsê pêk tê. Ev meclîsa hatiye avakirin ji kesên ku navê wan kurd e, lê temsîla nifşa ji nirxên xwe dûr ketine di fermana Tirkiye pêk tê. Ji vê meclîsî jî kesayetên wekî Hesen Şindî, Hisên Osman, Elî Sîno, Mihemed Şakir, Zûher û hwd, çewa ku dewleta tirk sûcdare ev kesan jî li beranberê dîrokê sûcdar in.
MA / Erdogan Altan