MÊRDÎN - Parlamenterê Êzidî yê HDP’ê Alî Atalan, xerakirina mala taziyê ya Gundê Efşê yê Êzidiyan da û got: “DAIŞ’ê jî li Şengalê mal û war hilweşandin. Hilweşandina mala taziyê ya Êzidiyan, dewama vê hişmendiyê ye.”
Mala taziyê ya ji aliyê Êzidiyên piştî salan vegeriyan malên xwe li Gundê Efşê ya çoltera Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê avakirin, ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hat xerakirin. Qeyûmê bi hinceta “Qada SÎTê” ye di 18’ê Gulanê de hilweşand. Parlamenterê Êzidî yê Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) Alî Atalan ê di 20’ê Gulanê de li herêmê lêkolin kir, da zanîn ku ewê tu carî vê hilweşandinê ji bîr nekin.
‘DINYA BI DOR E'
Atalan, diyar kir ku hedef girtina dewlemendiyên erdniyara Mezopotamya ya ji mozaîkên gelan pêk tên, nayên qebûl kirin û wiha axivî: “Dinya bi dor e. Em ê tu carî vê hilweşandinê ji bîr nekin. Qeyûmê nûnertiya AKP-MHP’ê dikin, mala taziye ser û bin kiriye. Ev ji bo Êzidiyan mijara hirsê ye. Em vê şermezar dikin. Em ne tenê şermezar dikin, emê têkoşîna xwe ya hiqûqî jî bidin destpê kirin. Em ê hesabê vê hilweşandinê bipirsin.”
'BERDEWAMIYA HIŞMENDIYA LI ŞENGALÊ YE’
Atalan, anî ziman ku hilweşandin encama ji mirovahiyê derketine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku çav berdane axên Êzidiyan dê rojek zû ne yek dereng hesab bidin gel. Divê em hilmendiya hikûmeta AKP’ê ya rêz û hûrmetê nade bawerî û azadiyan têk bibin. Tiştên ku li Şengal, Kobanê, Efrîn, Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopî, Şernex û Geverê kirin, li vê derê jî kirin. Divê em li dijî vê hişmendiyê tim têbikoşin. Gelê me dê tucarî li hemberî bûyerên wiha bêdeng nemîne.”