Piştî fitarê kom bi kom diçin buroyên HDP’ê

  • rojane
  • 09:37 21 Gulan 2018
  • |
img

ÊLIH – Li Êlihê vekirina buroyên hilbijartinê ya HDP’ê didome. HDP’ê duyem buroya hilbijartinê li taxa Cudî vekir. Girseyek qelebalix tev lê bû û tax bi berzkirina slogana “Bijî HDP” hejandin.

 
Rêxistina HDP’a Êlihê vekirina buroyên hilbijartinê dewam dike. HDP piştî buroya navendî ya li Êlihê buroya duyemîn li taxa Cudî ya Êlihê vekir. Rêveberên HDP’ê, DBP’ê, atkîvîstên TJA, bernamzetên HDP’ê yên Êlihê, Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tev li bernameya vekirina buroyê bûn. Piştî fitarê ji heft salî heta heftê salî herî kes herikî vekirina merasîma buroyê. Beriya vekirina buroyê welatiyan li ber def û zirnê govend gerand. Her kêliya ku çû qelebalixa girseyê zêde bû û bênavber sloganên “Bijî HDP”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 
 
‘EM Ê TABELYA WAN LI PIŞTA WAN BIKIN Û BIŞÎNIN’
 
Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin pêk hat. Beriya vekirina buroyê Hevseroka HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik axivî û got: “Ev hilbijartin a man û nemanê ye. Em ê li Êlihê wisa bikin ku partiyên din bikin rewşa partiyên tabela wan bimîne. Em ê herî dawî tabelayên wan li pişta wan bikin û wan ji vir bişînin. Ev hilbijartina hilweşandina rejîmê ye. Çimkî vî bajarî gelek caran dîrok nivîsandiye.”
 
Piştî axaftina Işik, Dayikên Aştiyê kurdeleya buroyê birî û vekirina buroyê pêk anîn.
 
‘EV HILBAJIRTIN FIRSEND E’
 
Piştî vekirina buroyê Dayika Aştiyê Meyase Akdag axivî û wiha got: “Ez li vir carek din bang li dayikên leşker û polîsan dikim; werin em dest bidin ev û aştiyê bînin. Ev hilbijartin ji bo we jî firsendek e. Werin em ji şer re bêjin na û bila hêsir nerijin û kes neyê kuştin.”
 
TAX HEJANDIN
 
Piştî axaftin û vekirina buroyê bi sedan welatî li qadê govend gerandin û dirûşm berz kirin. Dengê slogana “Bijî HDP” taxê hejand. Heta paşîvan gel li buroya hilbijartinê sekinî û hin welatiyan jî der barê pêvajoyê de nîqaş kir.
 
DENGBÊJAN BI KLAMÊN XWE PIŞTEVANÎ DA HDP’Ê
 
Li aliyê din HDP’ê plansaziya Buroya Navendî ya HDP’a Êlihê derxist û dê ji îro şûn ve her êvar piştî fitarê rêzeçalakiyan li dar bixe. Şahiya îşev bi klamên dengbêjan dest pê kir û bi sedan welatî tev li bernameyê bûn. Dengbêj Ehmedê Xî, Hozan Hadî, Dengbêj Mizaferê Celdekî û Dengbêj Mekiye bi dorê klamên xwe gotin. Balkêş bû ku dengbêjan di klamên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ji bîr nekirin û navê wan di klamên xwe de vegotin.
 
 
 
 

Sernavên din

22/05/2018
16:31 3 karker di karê înşatetê de jiyana xwe ji dest dan
15:11 Li Şemrexê du birayên hev hatin binçavkirin
15:01 Buldan: Namzetên me namzetên têkoşîn û berxwedanê ne
Temellî: Em dê karê xwe yê nîvco temam bikin
15:00 Doza rojnameger Alayumat û Akman sibê ye
14:30 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 757'emîn serlêdan hat kirin
14:30 Dadgeha bilind dibe ku Demîrtaş texliye bike
13:49 Hevserokên HDP’ê: Divê Demîrtaş demildest bê berdan
13:49 Demîrtaş: Dem dema qezenc kirinê ye
13:47 Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Jin dê ve pergala zordestiyê biguherînin
13:14 HDP’ê bi hejmara namzetên jin, dîsa partiyên din derbas kir
13:13 Rojnameger Sayilgan û Kaya sibê derdikevin pêşberî dadger
13:12 OHP'ê rapora adar-nîsanê ya girtîgehan aşkere kir
12:53 Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im
12:33 HDP li Stenbolê bi rihê seferberiyê dixebite
12:33 Di doza Medenî Yildirim de keşîf hat xwestin
11:53 Xwestin doza Bîlgen bi dosyeya Demîrtaş re bikin yek
11:36 Careke din sotemenî zem kirin
11:19 Jinan buro vekir û ji bo Demîrtaş nepox firandin
10:57 HDP namzetên xwe didin nasandin
10:33 ‘Nisêbîniyan: Em ê wêrankirinê û kuştina mirovan ji bîr nekin
10:32 Di cînayetên kar de 4 karker mirin
10:12 Tarik Ziya Ekîncî: Tekane alternatîfa li dijî rejîmê HDP ye
09:46 Girtiyên PKK’û DAIŞ’î kirin heman qawişê
09:33 Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e
09:31 Jinên muzîsyen xwestin gel dakevin kolanan strana azadiyê bêjin
09:30 AKP’ê Atan a ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê kir namzet
09:30 Projeya Geliyê Dîcleyê taloqî piştî hilbijartinê kirin
09:27 Îdianameya der barê Çapxaneya Gunê de hat amadekirin
09:26 Li Sûrê li ber Desteya Parastinê avahiyek qaçax ava kirin
09:26 Dikandarê 13 zarok îstismar kirin reviya!
09:25 Li Edeneyê armanca HDP’ê 4 parlementer in
09:23 Rêwîtiya masîpankan dest pê kir
09:23 Hunermend Çat: Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2018'AN
21/05/2018
19:33 Dadgehê daxwaza berdana Demrtaş red kir
18:18 Bajar bi bajar namzetên HDP'ê diyar bûn
17:50 Li Şirnexê tevgera leşkerî
17:25 HDP lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir
16:31 Îdîaya goristanek aîdê HPG’iyan li Colemêrgê hat dîtin
16:27 KONDA: MHP partiya mêr lê serdest e
16:03 7 sal cezayê girtîgehê dan hevşaredarê Wêranşarê
15:06 Malbatên xwendekaran: Heta midûr îstîfa bike em ê têbikoşin
14:44 Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket
14:27 Bîlgen: Divê Demîrtaş bê berdan û hikûmet bêdeng nemîne
14:23 Navê hinek namzetên HDP'ê zelal bûn
13:46 ‘Têkoşîna edaletê ya ji bo Roboskê dê berdewam bike’
13:06 Bajarên Hevserokên HDP’ê lê bibin namzet diyar bûn
12:35 Demîrtaş: Hemû delîlên sedema girtina min sexte ne
12:31 HDK: Têkoşîna gelê me ye Çerkes têkoşîna me ye
11:53 Mîtînga Yildirim a Amedê neket ‘hewza medyayê’!
11:11 Avakirina hikûmeta Iraqê dê dirêj bajo
10:17 Li Efrînê îbadetxaneyên elewiyan kirin navendên leşkerî
09:59 Rûxandina mala taziyê ya Êzidiyan, dewama hişmendiya li Şengalê ye
09:37 Piştî fitarê kom bi kom diçin buroyên HDP’ê
09:23 Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin
09:22 Li Mêrdin û hemû navçeyên wê komîsyonên jinan ava kirin e
09:22 Li gel ji sedî 92 astengdar e dîsa neyê berdan
09:21 Wêneyên bi wekilên HDP'ê re kiqandin kirin delîla sûc
09:21 Lêçûna Banka Ziraatê çû ku?
09:20 Welatiyên krîza aborî li wan xist: Em bi heban dikirin û difroşin
09:19 Berdevkê Alinteri: Îktîdar li şûna hêviyê tirsê belav dike
09:18 Warê Şeyh Bedreddin Ortaklar: Em dê ji bo serkeftina HDP’ê têbikoşin
09:18 Tevî pitika xwe ya 9 mehî xebata HDP'ê dike
09:17 Bîrlîk: Em xebatên hilbijartinê bi gel re dimeşînin
09:16 Derman nadin girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Li Rihayê erd hejiya
20/05/2018
18:56 Traktor heye lê mazot tune ye
18:15 Êlihî: Em ê mohra xwe li HDP’ê bidin
17:49 Serokê MED DER'ê: Ziman stûna civakê ye
17:33 Parlamenterên HDP’ê Gundê Eşfê ziyaret kirin: Em dê mala şînê dîsa ava bikin
16:29 Rejîma Îranê kolberek din kuşt
16:28 Li Agiriyê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:26 HDP’ê li Mereşê buroya hilbijartinê vekir
15:58 Turkdogan: Hûn çima li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?
15:58 'Pêdivî bi berxwedanek hevpar heye'
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere