Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin

  • rojane
  • 14:39 17 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn li gelek bajaran bi daxuyaniyan hatin prostestokirin.

 
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê dihatin darizandin, duh hat liadrxistin.  Di danişînê de bi sedan sal cezayê hefsê li siyasetmedaran hate birîn. Bertekên li dijî biryaran didomin û li gelek bajaran bi çalakiyan hatin protestokirin. 
 
ŞIRNEX 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Silopiya ya Şirnexê têkildarî biryarên di Doza Kobanê de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê ye Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endamên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA-DER û TUHAD-DER’ê jî tev li bûn. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku ew biryarên di dozê de hatine dayîn nas nakin û wiha got: “Em vê biryarê şermezar dikin. Li şûna ku çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin, em tên darizandin. Em dibêjin bimre koledarî, bijî azadî.”
 
‘EDELET HAT DARIZANDIN’ 
 
Parlamenter Îrmez jî diyar kir ku bi van biryaran makezagon hatiye binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Ev biryar ji hêla AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn. Di şexsê hevalên me de mirovahî tê darizandin, edalet tê darizandin. Tolhildana ji serkeftina Kobanê ye. Bi vê biryarê careke din eşkere bû ku AKP-MHP bi xwe DAIŞ’in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Dem dema xwedîderketina li gelên bindest û piştevaniyê ye. Heta ku em hevalên xwe ji zindanê derdixînin û tecrîdê dişikînin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
RIHA
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê biryar li pêşiya avahiya partiyê protesto kr. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kompasên siyasî nikarin me têk bibin” hate hilgirtin. Her wiha dovîzên “Teslîmiyet xiyanetê, berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne”, “Her der Kobanê, her der berxwedan” û “Rûyê jinê yê şoreşê Kobanê” hatin hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Sema Aîşeoglû di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Cezayên di Doza Kompasê ya Kobanê de li hevalên me hatine birîn dê nekarin me têk bibin. Yên ku derb li siyaseta demokratîk xistin divê vê yekê baş bizanin ku em ê kompasên we têk bibin û em anku gel dê bi ser kevin. Îktîdara ku hewl dide ji tweetekê tarîtiyê biafirîne bila ji bîr neke ku dê tarîtiya wan bi dawî bibe lê Kobanê dê her hebe.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê" û "Her der Kobanê her der berxwedan bi dawî bû. Hevserokê Bajar Bekir Karakeçelî jî da zanîn ku dê çalakiyên di rojên pêş de bên lidarxistin parve bikin. 
 
Di heman demê de li navçeyên Serêkaniye, Hewag, Xelfetî, Pirsûs, Bêrecûk, Wêranşar, Curnê Reş û Sêweregê jî li pêşiya avahiyên partiyê daxuyanî hatin dayîn û biryar hatin protestokirin. 
 
AMED 
 
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Amedê li pêşiya AVM’a Ceylanê daxuyanî dan. Bi sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Welatiyên ku ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin, bi çepik û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hem biryar hem jî helwesta polîsan protesto kirin. 
 
'EM Ê LI DIJÎ FAŞÎZMÊ SERÎ HILDIN’
 
Hevserokê DBP’ê yê Bajar Mehmet Şîrîn Gurbuz wiha got: “Ev biryar, nîşaneya polîtîkaya dijminanê ya li dijî gelê kurd a îktîdarê ye. Di biryarê de bi navê hiqûq û edaletê tiştek tune ye. Gelê kurd dê yekitiya xwe ava bike û li dijî dijminatiya li dijî kurdan serî rake. Em van biryaran şermezar dikin. Îktîdara AKP-MHP’ê bûye dewlet, daraz û emniyet. Em li dijî vê serî radikin. Em ê vê faşîzmê têk bibin. Ev der Amed e. Hevalên me çawa li zindanan li ber xwe bidin em jî dê li kolanan serî hildin. Em ê li kolanan li ber xwe bidin. Em ê li dijî van biryaran her roj li kolanan bin. Sibe dê saet di 16.00’an de li Qada Şêx Seîd daxuyanî bê dayîn. Banga me li her kesî ew e ku tev li bibin.”
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abbas Şahîn jî ev tişt anî ziman: “Di demekê ku çete û mafya di nava rojê de li qadên bajaran bi rehetî digerin û kiriyarên bi hezaran cînayetên kiryarnediyar ên di doza JÎTEM’ê de tên berdan de ceza li kurdan, şoreşgeran û sosyalîstan hatin birîn. Ev biryar li qesrê û navenda giştî ya MHP’ê hatiye dayîn. Li Tirkiyeyê bi navê darazê tiştek nema ye. Dê têkoşîna me bidome û dê tevahiya hevalên xwe azad bikin. Em ê rê nedin faşîzmê. Divê li dijî faşîzmê em bêhtir mil bidin milên hev. Em van cezayan, van biryaran nas nakin.” 
 
SÊRT
 
Li Sêrtê jî li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Endam û rêveberên DEM Partî, DBP, TUHAY-DER, TJA, hevşaredarên bajar û navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Doza Kobanê kompaseke. Em biryarên siyasî nas nakin” hate hilgirtin. Her wiha biryar bi tililî û çepikan hate protestokirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê  Sêrtê Eşref Tekîn got ku biryara di Doza Kobanê de di dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê de weke “rûreşiyekê” cih girtin û ev tişt anî ziman: “Em van cezayan nas nakin. Selahatîn, Fîgen û hemû hevalên di Doza Kompasê ya Kobanê de tên darizandin, di dilê gelên kurd, tirk, kedkar, jin û ciwanan de cih girtine. Ew azad in.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Bi sedan kesên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Êlihê, biryarên di Doza Kobanê de protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin û dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Her der Kobanê her der berxwedan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu di daxuyaniyê de wiha got: “Em cezayên bi sedan salan ên di Doza Kompasê ya Kobanê de li hevalên me hatine birîn nas nakin.” 
 
Ji rêveberên DEM Partiyê yê Bajar Seyît Bîlal Evren jî got ku di dîroka darazê de weke rûreşiyekê cih girtiye û ev tişt anî ziman: “Ev dz ne tenê li dijîgelê kurd, her wiha derb li daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê jî hatiye xistin. Îktîdara AKP-MHP’ê qirkirineke hiqûqê kirin. Li Tirkiyeyê bi navê darazê tu tiştek nema ye.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever û Şemzînanê jî daxuyanî hatin dayîn. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Bajar hate dayîn û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn bertek nîşanî biryarê da. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 
Li Geverê jî gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê Geverê Resûl Temel biryar weke “Qirkirina hiqûqê” nirxand û got: “Îdianame çawa ku li qesrê û navenda giştî ya MHP’ê hatibe amadekirin, biryar jî ji hêla heman kesan ve hate dayîn.”
  
Li Şemzînanê jî gelek kes tev li daxuyaniya li pêşiya avahiya DEM Partiyê bûn. Hevserokê navçeyê Agît Tekîn daxuyaniya hevpar xwend. 
 
Her wiha li Mûş, Îdir û gelek navendên Herêma Serhedê jî bi daxuyaniyan hate protestokirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Biryarên Doza Kobanê li Mêrdînê jî hatin protestokirin. Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Polîsên bi hinceta qedexeya walîtiyê ya “çalakî û xwepêşandanan” dora girseya li Parka Karayollariyê kom bûyî girt. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Neclsa Acibuca daxuyanî da û got: “Em jî dê mîna Seyîd Riza û Şêx Seîdan serî netewînin.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’
 
Parlamenter Saliha Aydenîz jî ev tişt anî ziman: “Em ê bi mil bidin milên hevalên xwe û têkoşîna xwe mezintir bikin. Di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dikin. Di pirsgirêka kurd de tecrîd û polîtîkayên şer ferz dikin. Em dizanin ku îktîdar hebûna xwe bi alozî, şer û tecrîdê didomîne. Heta ku daxwazên me tên cîbicîkirin dê têkoşîna me ya li kolanan bidome. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e û dê têkoşoîna me ya ji bo azadiya wî bidome. Em ê têkoşîna xwe her roj û li her derê mezintir bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Kobanê rûmeta me ye” berz kir û meş li dar xist. 
 
 
XARPÊT
 
Li Xarpêtê jî biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin. Çalakî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Bajar hat lidarxistin. Rêveberên bajar û yên navçeyan û gelek welatî tev li bûn. Di çalakiyê de dovîzên ku wêneyên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li ser hatin hilgirtin. Her wiha gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Alî Yildirim da zanîn ku dê di tevahiya hefteyê de li pêşiya avahiya partiyê çalakiya rûniştinê li dar bixin û daxuyaniyan bidin. Yildirim, wiha domand: “Di vê pêvajoya ku qala asayîbûnê dihat kirin de dixwazin HDP, tevgera siyasî ya kurd, şoreşger û demokratan ji qada siyasî tune bikin. Lê belê bila baş bizanin ku kurd û kedkar dê li qadan mil bidin milê hev û vê siyaseta qirêjî û şer vala derxînin.” 
 
DAD: CEZAKIRINA DAXWAZA PÊKVEJIYANÊ YE 
 
Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) jî têkildarî biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Doza Kobanê bi temamî dozeke siyasî bû û ev tişt hatin parvekirin: “Cezayên hatine birîn, cezakirina daxwaza pêkvejiyanê ya derdorên çep, sosyalîst û muxalîf ên Tirkiyeyê ye. Cezakirina kesên qirkirinên DAIŞ’ê û hêzên paramîlîter ên mîna wê protesto kirin e. Cezakirina hêzên demokrasiyê yên dixwazin ji bo komara demokratîk siyaset civakî bibe. Cezakirina kesên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin e. Heke DAIŞ bi ser biketa, dê li dijî kurdan û elewiyan qirkirin bikira. Têkçûna DAIŞ’ê û alîgirên wê ku rewşa dewriye ya feraseta îslama emeweiyan e, rê li ber gelek komkujiyan girt. Em van biryaran weke darbeyeke li dijî daxwaza welatekî demokratîk, wekhev û azadîxwazin dibîni. Em vê dozê û cezayên hatine birîn red dikin. Divê siyasetmedar bên tehliyekirin, komîsyoneke heqîqetê bê avakirin û rastî û derhiqûqtiyên vê pêvajoyê bên eşkerekirin.” 
 

Sernavên din

19/11/2024
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin
15:50 DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir
15:49 7 pêşnûmeyên têkildarî ziman û perwerdeyê heman rojê hatin redkirin
15:36 Ji girtiyên jin re qert hatin şandin
15:31 Ji bo mitînga ‘Demokrasî û azadiyê’ derî bi derî xebat meşandin
15:26 Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin
15:21 Bîranîna Seyîd Riza: Cihê gorê wî eşkere bikin
14:38 Girtiyê destek û lingekî wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
14:17 Ji ber ku nexwest biçe ‘qawîşa kesên serbixwe’ tehliyeya wê taloq kirin
14:08 Xelkê Êlihê li dijî xespkirina îradeyê meşiya: Em ê bi ser kevin
13:55 Hevşaredaran bersiv dan îdiayên ‘xerckirinan’: Qeyûm bi rêya derewan hewl dide xwe rewa bike
13:15 24 roj in cenazeyan nadin malbatan
12:47 Berxwedana Xelfetiyê di roja 12’an de didome
12:38 Li Bagokê liv û tevgera hewayî heye
12:36 Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand
12:25 Dosyayên parêzbendiyê yên 5 wekîlan li Meclisê ne
12:14 Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin
11:24 Li Meletiyê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
11:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
10:19 Li Stenbolê zarokek hate girtin
10:17 Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin
09:52 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:51 Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
09:36 Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
09:03 'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
09:02 Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
09:01 Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e
09:00 Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2024’AN
14/11/2024
21:23 Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
16:48 Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
16:02 Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
16:01 Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
15:32 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn kampanya hat destpêkirin
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin