AYDIN – Hilbijêrên Bajaroka Ortaklar a navçeya Germençîk a Aydinê ku warê Şeyh Bedreddin, Mustafayê Borkluceyî û Torlak Kemal e, diyar kirin ku ew girîngiyê didin felsefeya jiyanê ya HDP'ê û ji bo serkeftinê li serkeftina HDP'ê zêde bikin dê li Ortaklarê heviyekê ava bikin.
Hilbijêrên Bajaroka Ortaklar a Navçeya Germençîkê ya Aydinê diyar kirin ku ji bo felsefeya jiyanê ya hevpar a HDP'ê dê dengê xwe bidin HDP'ê û ji bo HDP'ê têbikoşin. Şêniyên bajaroka Ortaklar ku warê Şeyh Bedreddin û hevalên wî Mustafa yê Borkluceyî û Torlak Kemal e û bi têkoşîna wan tê nasîn, diyar kirin ku dê dengê xwe bidin HDP'ê. Ortaklar a heta 1933’an bi navê Reşadiye dihat nasîn, tê gotin ku piştî gotina Şeyh Bedreddin a “Axa cîhanê û hemû berhemên axê malê hevpar ê mirovahiyê ye" girtiye. Ortaklar ku demekê warê Rûman bû, niha welatiyên kurd, tirk, elewî û sûnnî bi hevre dijîn. Ortaklar di referanduma 16'ê Nîsane de ji sedî 70 dengê "Na" stendibû. Ji sedî 80 çûbûn ser sindoqan.
‘EM DÊ BI HDP'Ê FELSEFEYA BEDREDDÎN PÊŞ BIXIN'
Welatiyê Ortaklar Fevzi Îşgar, diyar kir ku hemû welatî bi hevre di nava aramî û coşek mezin de xebatên hilbijartinê dimeşînin û dê felsefe û kevneşopiya Bedreddinan pêş bixin. Îşgar, da zanîn ku bi herve xebatên hilbijartinê dimeşînin û got: "Em ji xwe bawer in. Gel jî amade ye. Em û gelê xwe bi hevre dê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Bajaroka Ortaklar li herêma Egeyê bi berxwedana xwe tê nasîn. Warê Şeyh Bedreddinan e. Têkoşina xwe di nava rûpelên dîrokê de nivîsandiye. Dê di Hilbijartina 24'ê Hezîranê de gel dê dengê xwe bide HDP'ê."
Şêniyê Ortaklarê Tekin Erîk jî diyar kir ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin remza aştî û biratiyê HDP'ê û wiha got: "Em dê piştgiriyê bidin HDP’ê û em bawer dikin ku dê HDP bi ser bikeve. Yên li ber xwe didin her dem bi ser dikevin. Her dem aştî dê bi ser bikeve. "Gelê Ortaklar her dem li cem berxwedêran cih digirin. Em dê di 24'ê Hezîranê de dawî li zilma AKP-MHP'ê bînin.
Welatî Suleyman Kizilay jî diyar kir ku îtîfaqên hatin avakirin mafê bindest û ên din naparêze û wiha got: "Em bawer dikin ku jiyana hevpar, aştî û aramiyê dê bi HDP'ê pêş bikeve. Em dê heta 24'ê Hezîranê ji bo serkeftinê li ser serkeftina HDP'ê zêde bikin em dê bixebitin. Li dijî îtîfaqên hatin avakirin tenê partiya alternatif HDP ye. Divê her kes li dora HDP'ê bibe xelek."
MA / Ahmet Kanbal