EDENE –Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, diyar kir ku hemû çapemeniya hawiz sansur daye ser wan û wiha got: "Lê em û gel xebatên xwe bi hevre dimeşînin. Zêde mineta me ji wan tune. Pêdiviya gelan bi demokrasî, azadî û wekheviyê heye. Ev yek dê bi HDP'ê pêk bê.
Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 33 roj man. Ji xeynî HDP'ê xebatên hemû partiyên din di çapemeniya hawiz de cihekî digirin. Bi taybetî hemû qanalên televîzyon, radyo û rojname cihekî fireh didin xebatên AKP û CHP'ê. Qanalên televîzyonê hemû xebatên AKP'ê zindî dişewînin. HDP jî xebatên xwe kolan bi kolan, tax bi tax li nava gel û esnafan dimeşîne. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Leyla Birlik, der barê xebatên HDP'ê û astengiyên li pêş xebatên wan de agahî dan. Birlik, diyar kir ku gelê Tirkiye berê jî li benda hilbijartinek pêşwext bû û wiha got: "Êdî AKP'ê nikarîbû Tirkiye bi rêve bibe. Ji ber vê yekê biryara hilbijartina zordest da. Gelê Tirkiye êdî ji vê îktidarê û rêveberiyê bêzar bûye. Êdî esnaf dikanan digirin û nikarin debarê bikin. Ji ber gotinên tundiyê yên îktîdarê tundiya di nava civakê de jî zêde bûye. Tundiya li ser jinan zêde bûye. Tirkiye nikare bi rêve bibe. Aborî têk çûye. Hêrsa gel pir zêde bûye. Êdî nediyariyek û bêhêviyek pêş ketiye. Gel dizane êdî AKP nikare Tirkiye bi rêve bibe.
GEL DÊ EWLEHIYA SINDOQAN BIPARÊZE
Bîrlîk, da zanîn ku yek ji talûkeyên li pêş wan ên hilbijartinê ewlehiya sindoqan û dengan e û wiha berdewam kir: "Yek ji tişta bê parastin sindoq û deng in. Lê em dizanin ku ciwan û jin dê li deng û sindoqan xwedî derkevin. Hemû ciwan û jin dê li ser sindoqan erkdar bin. Gel dê ewlehiya sindoqan biparêze."
Gel êdî 16 salin baş îktîdara AKP û MHP'ê nas dike. Encama rêveberiya wan jî baş dizane. Kes êdî baweriya xwe bi wan nîne.
‘EM Û GEL BI HEVRE XEBATÊN HILBIJARTINE DIMEŞÎNIN'
Birlik, bal kişand ser zimanê çapemeniya hawiz ku sansur daye ser wan û wiha got: "Lê em û gel xebatên xwe bi hevre dimeşînin. Zêde mineta me ji wan tune. Pêdiviya gelan bi demokrasî, azadî û wekheviyê heye. Ev yek dê bi HDP'ê pêk bê."