* Hilbijêrên Bajaroka Ortaklar a navçeya Germençîk a Aydinê ku warê Şeyh Bedreddin, Mustafayê Borkluceyî û Torlak Kemal e, diyar kirin ku ew girîngiyê didin felsefeya jiyanê ya HDP'ê û ji bo serkeftinê li serkeftina HDP'ê zêde bikin dê li Ortaklarê heviyekê ava bikin.
* Fatma Tugrul Canoglu tevî pitika xwe ya 9 mehî di nava HDP’ê de xebatên hilbijartinê dimeşîne. Canoglu, bang li hemû jinan kir û diyar kir ku hemû jin ligel zarokên xwe dikarin tev li xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bibin.
* Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, diyar kir ku hemû çapemeniya hawiz sansur daye ser wan û wiha got: "Lê em û gel xebatên xwe bi hevre dimeşînin. Zêde mineta me ji wan tune. Pêdiviya gelan bi demokrasî, azadî û wekheviyê heye. Ev yek dê bi HDP'ê pêk bê.
* Malbata Mehmet Emîn Okdem, diyar kirin ku rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Rize, derman nadin kurê wan ê ji sedî 80 astengdar.
* Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Jinan a Mêrdînê ya HDP'ê Aynur Erbay, diyar kir ku wan li Mêrdîn û hemû navçeyên Mêrdînê komîsyonên hilbijartinê yên jinan avakirine û dê di hilbijartinê de dawî li serdestiya îtifaqa AKP-MHP'ê bînin.
* Berdevkê Alinterî Ugur Karadaş, bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û diyar kir ku îktîdar li şûna heviyê tirsê di nava mirovan de belav dike û wiha got: "Ji ber ku hêza HDP'ê ya demokrasiyê pêş bixe heye, em dê piştgiriya HDP'ê bikin.
* Welatiya ji ber polîtîkayên aboriyê yên AKP’ê bi gazincin, diyar kirin ku êdî li bazarê bi liban kirrînê dikin. Nivîskar Îhsan Elîaçik, got ku ev rewş dê bi hêrsek mezin bandora xwe li ser sindoqan bike.
* Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, ji bo lêçûna Banka Ziraatê ya di salên 2014-2017'an de li toren, fuar û organizasyonan xerç kir fêr bibe pirsname da. Lê rayedaran bi hinceta “Raz a bankê ye" der barê lêçûnê de agahî nedan Tanrikulu.
* Bernamzeta HDP'ê ya Hatayê mamoste Gulizar Işik Çay a hat îxrackirin, ji ber parvekirinên medya civakî rastî Salek û 3 meh ceza hat. Dadgehê, wêneyên ku Çay bi parlamenterên HDP'ê re kişandine wekî delîla sûc hesiband.
* Îbrahîm Dal ê ji sedî 92 çavê wî nabîne û bi sedema kevir avê tiye polîsan hatiye girtin, tevî raporê nayê berdan. Malbatê xwezt cezayê înfaza Îbrahim Dal bê taloqkirin.
* Malbatên xwendekarên Dibistana Seretayî ya Mehmetçikê li dijî helwesta ku rayedarên dibistanê ji bo lîstina parkê pere ji zarokan kom kirin, îmzeyên ku kom kirin dê bidin Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeya Sultangaziyê û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)
* Înîsiyatifa Gavek e din wêde ji bo daxwaza berdana Selehattîn Demirtaş dê li pêş Edliyeya Çaglayanê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Partiyên ku têkevin hilbijartina 24'ê Heziranê dê lîsteya namzetên xwe diyar bikin û teslîmî Lijneya Bilind a Hilbijartinê bikin. (17.00)
* Rêxistina HDP'ê li gelek bajar, navçe û gundan di çarçoveya xebatên hilibjartinê de ziyaretên xwe berdewam dike. Dê îro jî gelek esnaf, gund û taxan ziyaret bike û buroyên hilbijartinê veke. (12.00- 20:00)