NAVENDA NUÇEYAN - Rêveber û parlamenterên HDP'ê, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li gelek bajar û navçeyan esnaf ziyaret kirin. Welatiyên ku bi coşek mezin parlamenter û bernamzet pêşwazî kirin diyar kirin ku dê mohra xwe li HDP'ê û Demirtaş bixin. Di ziyareta gundan de welatiyan diyar kirin ku traktor heye, lê mazot tune û nikarin çandiniyan bikin. HDP'ê li Wan, Mûş û Mereşe buroyên hilbijartinê vekir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlêbûna endam, rêveber, parlamenter û bernamzetan xebatên hilbijartinê li gelek bajar û navçeyan berdewam kir. Li Wan, Mûş, Êlih û Mereşê gel û esnaf ziyaret kirin û rastî eleqeyek mezin hatin. Di ziyaretan de gel diyar kir ku dengê wan û mohra wan dê li ser logoya HDP'ê û Namzetê szerokomariyê Selahattîn Demirtaş be.
TRAKTOR HEYE MAZOT TUNE YE
Rêxistina HDP'ê ya Wanê li Yenimahalle, Kevenlî TOKÎ, Xaçort ê bi girseyî bûroyên hilbijartinê vekir. Nûnerên TJA jî li taxa Kevenli TOKî jin ziyaret kirin. Rêveberên HDP'ê li navçeya Tuşba gundên Xıdır, Gom, Zorava, Axceylan ziyaret kirin û bi welatiyan re hatin cem hev. Di ziyareta gundan de welatî Suleyman Oguzer, bertek nişanî hikûmetê da û got: "Em welatiyên gundî ne. Ger ku rê, av û çandinî tune be em nikarin debara xwe bikin. Niha traktora me heye. Lê mazot tune ye. Em nikarin bixebitînin. Kîloya rûnê makînê 44 Tl ye. Em dê çawa bijîn." Welatiyan diyar kiri ku dê dengê xwe bidin HDP'ê.
LI TAXA YEŞÎLCE BURO VEKIRIN
Rêxistina HDP'ê ya Mûşê jî li taxa Yeşilce ya Mûşê buroya hilbijartinê vekirin. Parlamenterên HDP'ê endam û rêveberên DBP û HDP'ê amade bûn.
Li Navçeya Elbistanê ya Mereşê jî buroya hilbijartinê vekirin. Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî bi tevlêbûna endam, rêveber û parlamenteran esnafên semzê ziyaret kirin.