ÊLIH – Li Êlihê rêveberên HDP’ê daketin bazarên semtan û li welatî û esnafan belavokan belav kirin. Welatiyên li bazaran gotin ku ew ê mohra xwe li HDP’ê bidin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê di çarçoveya xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de bênavber xebatên xwe didomîne. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, Hevseroka HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik, rêveberên HDP û DBP û aktîvîstên TJA li bazarên taxên Bahçelîevler û Cumhuriyetê esnafan û gel ziyaret kirin. Ozgokçe û heyeta pê re li esnafan û welatiyan belavokên HDP’ê û wêneyê namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş belav kirin. Jinên HDP’î lîlandin û bênavber slogana “Bijî HDP” berz kirin.
HDP’yan ji esnaf û wlatiyan re behsa xebatên hilbijartinê kir û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê.
'BI HÊVIYA AZADIYA SEROK Û SELAHATTÎN BE'
Bi taybetî jin û dayikên ji bo dan û standinê hatibûn bazarê jî diyar kirin ku ew daxwaza berdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş kirin û gotin: “Em hêvîdar in dê serkeftin bibe ya HDP’ê. Ji bo azadî, wekhevî û serkeftinê em ê bêjin HDP. Tekane partiya me HDP ye û em ê mohra xwe li HDP’ê bidin.”