AMED - Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED DER), 1'emîn kongreya xwe pêk anî. Serokê MED-DER'ê Mehmet Esen, diyar kir ku ziman stûna civakê ye û civak bi ziman li ser piyan e.
Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED DER), 1'emîn kongreya xwe pêk anî. MED-DER'ê li salona civînê ya Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'ê ya Amedê kongre pêk anî. Rêveberên MED-DER, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Şerif Çamçi, Endamên Kongreya Îslama Demokratik (KÎD) û hîndekarên zimanê kurdî amade bûn. Serokê MED DER'ê Mehmet Esen axaftina vekirinê kir û wiha got: "Tişta civakê li ser piyan dihêle û stûna civakê ziman e. Civaka bê ziman ne sax e û ne jî mirî ye. Hikûmetê bi KHK'yan saziyên ziman û perwerdehyê girtin. Lê dest û piyên gelê kurd ne girêdayî ye. Têkoşîna me ya ji bo pêşxistin û perwerdehiya ziman dê bidome. Me 6 meh berê MED DER vekir. Ziman nexyeya neteweyekî ye. Wekî tê zanîn dewlet her dem bi çavê înkar û îmhayê ligelê kurd dinere. Divê tu carî çavê me ne li destê xelkê be. Tu çarî em ji kesên din nekevin nava bendewariyê. Divê em ji her demê bêtir têkoşîna ziman bidin."
ZIMANÊ ME ÇAND Û XETA ME YA JIYANÊ YE
Zimanzan û hîndekar Îbrahim Halil Taş jî diyar kir ku pergala heyî hemû nirxên gelê kurd kirine mijara niqaşê û xwest her kes li hemberî vê polîtîkaya pergalê li ber xwe bide û helwesta xwe diyar bike. Taş, destnîşan kir ku ziman xeta wan a zor e û ziman xeta wan a jiyanê ye. Xeta çand û jiyanê ye.
Pişti axaftinan MED DER'ê biryar da ku bi rêveberiya xwe ya heyî berdewam bikin.