Parlamenterên HDP’ê Gundê Eşfê ziyaret kirin: Em dê mala şînê dîsa ava bikin

  • rojane
  • 17:33 20 Gulan 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Parlamenterên HDP’ê yên Êzidî Feleknaz Uca û Alî Atalan, li gel endam û rêveberên HDP'ê, gundê Efşê yê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Mala Şînê ya gund xera kir ziyaret kirin. Uca, diyar kir ku mala şînê ya ku qeyûmê xera kiriye dê disa ava bikin.

 
Parlamenterên HDP'ê yên êzidî, gundê Efşê yê Êzidiyan ê Nisêbînê ku qeyûmê mala şînê xera kir ziyaret kirin. Parlamentera HDP'ê ya Êzidî Feleknaz Uca û Parlamenterê HDP'ê yê êzidî Ali Atalan, li gel parlamenterê HDP'ê Mehmet Ali Aslan û gelek welatiyên suryanî û êzîdî bi girseyek mezin hatin gundê Efşê ziyaret kirin. Heyet bi girseyî hat pêşwazîkirin. Heyetê li pêş mala sersaxiyê daxuyanî dan çapemeniyê.
 
‘EM DÊ LI HER QADÊ HESABÊ VÊ YEKÊ BIPIRSIN'
 
Parlamenterê êzidî yê HDP’ê Ali Atalan, bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Çawa li Afganistanê Taliban peykerê Buda xera kirin, Çawa ku DAİŞ'ê li Sûriye peykerên li Palmira xera kirin, heman hişmendî li vir jî mala şînê ya êzidiyan xera kir. Gelê li vir û mirovên li vir tu carî serî netewand û dê tu carî serî netewînin. Ez li vir bang li qeyûmê dikim. Te îro çawa vir rûxand dê di hilbijartinê de gel jî de ji wê koltixê daxe." 
 
KEYA: EM JI BÎR NAKIN
 
Keyayê Gund Omer Yumuşak jî bertek nîşanî rûxandinê da û wiha got: "Li welatê ku hiqûq lê hebe wisa nabe. Li welatê hiqûqê tenê mirovek nabe serdest. Em dê tu carî vê rewşê ji bîr nekin." 
 
‘EM DÊ JI NÛVE MALA ŞÎNÊ AVA BIKIN'
 
Parlamentera HDP'ê ya Êzidî Feleknaz Uca jî diyar kir ku dewleta her dem qala azadiyê dike azadiya gelê êzîdî nas nake û wiha got: "Dewletê her dem êzidiyên li vir wekî ‘X’ dît. Wekî kesên nayên nasîn û naskirin pênase kir. Hikûmeta AKP'ê bi vê yekê feraseta xwe ya azadiyê pir aşkere nîşanî me da. 
 
Mala şînê xera kir. Li vir heq, hiqûq û edalet li ku ye? Destê walî, qeymeqam û hikûmetê di vê yekê de çiye? Ev tenê mala şînê ye. Ne cihekî siyasetê ye. Li vir tiliya êzîdiyekî jî xwîn bibe berpirsiyar hekîmet û qeyûm e. Yên ku vê fermanê didin bila baş zanibin ku dê gel bersîvê bide wan. Gel dê li dijî vê ferasetê li ber xwe bidin û bersîvê bidin." 
 
CI BÛBÛ
 
Welatiyên êzîdi yên Gundê Efyê yê li Kontara Çiyayê Bagokê ye û girêdayî Navçeya Nisêbînê ye, di salên 1980’an de bi zorê ji gundê xwe hatibûn koçkirin û dîsa vegeriya bûn gundê xwe. Welatiyên Êzidî piştî vegeriyan gund, mala sersaxiyê ava kiribûn. Yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayîn kirine mala sersaxiyê xera kirin. Di 18'ê Gulanê de yekîneyên Şaredariyê çûn gund û bi kepçeyan mala sersaxiyê ya Êzidiyan xera kirin. Welatiyan dîmenên xerakirinê qeyd kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Alî Atalan jî xerakirina mala şînê teyît kir.  Li Gundê Efşê yê ku ji 130 malan pêk tê û 500 welatiyên Êzidî lê dijîn, di salên 1980 -1990'an de ji cih û warên xwe bi zorê hatibûn koçkirin. Gelek walatiyên êzîdî koçî Ewropa kiribûn. Di salên borî de gelek dîsa vegeriya bûn gundê xwe û ji nûve li gund bi cih bûbûn. Sala par di meha îlonê de mala şînê ya du qat ava kiribûn. Welatiyêin ku nêzî 100 salin li vî gundî dijîn, piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a ku berê di destê DBP'ê de bû û piştre qeyûm tayînî wê kirin, xera kirin. Welatiyan ji bo rûhsatê serî li Şaredariyê dabûn. Lê Şaredariyê bi hinceta “Tapoya wê tune em nikarin rûhsatê bidin, lê ji bo hûn xaniyên xwe yên berê ji nûve ava bikin pirsgirêk tune" û li ser vê yekê mala şînê hatibû avakirin. Dîsa li ser “gilî" yekîneyên şaredariyê di 7'ê Cotmehê de çûbûn gund û mala şînê mohr kiribûn. 
 
 

Sernavên din

22/05/2018
16:31 3 karker di karê înşatetê de jiyana xwe ji dest dan
15:11 Li Şemrexê du birayên hev hatin binçavkirin
15:01 Buldan: Namzetên me namzetên têkoşîn û berxwedanê ne
Temellî: Em dê karê xwe yê nîvco temam bikin
15:00 Doza rojnameger Alayumat û Akman sibê ye
14:30 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 757'emîn serlêdan hat kirin
14:30 Dadgeha bilind dibe ku Demîrtaş texliye bike
13:49 Hevserokên HDP’ê: Divê Demîrtaş demildest bê berdan
13:49 Demîrtaş: Dem dema qezenc kirinê ye
13:47 Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Jin dê ve pergala zordestiyê biguherînin
13:14 HDP’ê bi hejmara namzetên jin, dîsa partiyên din derbas kir
13:13 Rojnameger Sayilgan û Kaya sibê derdikevin pêşberî dadger
13:12 OHP'ê rapora adar-nîsanê ya girtîgehan aşkere kir
12:53 Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im
12:33 HDP li Stenbolê bi rihê seferberiyê dixebite
12:33 Di doza Medenî Yildirim de keşîf hat xwestin
11:53 Xwestin doza Bîlgen bi dosyeya Demîrtaş re bikin yek
11:36 Careke din sotemenî zem kirin
11:19 Jinan buro vekir û ji bo Demîrtaş nepox firandin
10:57 HDP namzetên xwe didin nasandin
10:33 ‘Nisêbîniyan: Em ê wêrankirinê û kuştina mirovan ji bîr nekin
10:32 Di cînayetên kar de 4 karker mirin
10:12 Tarik Ziya Ekîncî: Tekane alternatîfa li dijî rejîmê HDP ye
09:46 Girtiyên PKK’û DAIŞ’î kirin heman qawişê
09:33 Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e
09:31 Jinên muzîsyen xwestin gel dakevin kolanan strana azadiyê bêjin
09:30 AKP’ê Atan a ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê kir namzet
09:30 Projeya Geliyê Dîcleyê taloqî piştî hilbijartinê kirin
09:27 Îdianameya der barê Çapxaneya Gunê de hat amadekirin
09:26 Li Sûrê li ber Desteya Parastinê avahiyek qaçax ava kirin
09:26 Dikandarê 13 zarok îstismar kirin reviya!
09:25 Li Edeneyê armanca HDP’ê 4 parlementer in
09:23 Rêwîtiya masîpankan dest pê kir
09:23 Hunermend Çat: Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2018'AN
21/05/2018
19:33 Dadgehê daxwaza berdana Demrtaş red kir
18:18 Bajar bi bajar namzetên HDP'ê diyar bûn
17:50 Li Şirnexê tevgera leşkerî
17:25 HDP lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir
16:31 Îdîaya goristanek aîdê HPG’iyan li Colemêrgê hat dîtin
16:27 KONDA: MHP partiya mêr lê serdest e
16:03 7 sal cezayê girtîgehê dan hevşaredarê Wêranşarê
15:06 Malbatên xwendekaran: Heta midûr îstîfa bike em ê têbikoşin
14:44 Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket
14:27 Bîlgen: Divê Demîrtaş bê berdan û hikûmet bêdeng nemîne
14:23 Navê hinek namzetên HDP'ê zelal bûn
13:46 ‘Têkoşîna edaletê ya ji bo Roboskê dê berdewam bike’
13:06 Bajarên Hevserokên HDP’ê lê bibin namzet diyar bûn
12:35 Demîrtaş: Hemû delîlên sedema girtina min sexte ne
12:31 HDK: Têkoşîna gelê me ye Çerkes têkoşîna me ye
11:53 Mîtînga Yildirim a Amedê neket ‘hewza medyayê’!
11:11 Avakirina hikûmeta Iraqê dê dirêj bajo
10:17 Li Efrînê îbadetxaneyên elewiyan kirin navendên leşkerî
09:59 Rûxandina mala taziyê ya Êzidiyan, dewama hişmendiya li Şengalê ye
09:37 Piştî fitarê kom bi kom diçin buroyên HDP’ê
09:23 Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin
09:22 Li Mêrdin û hemû navçeyên wê komîsyonên jinan ava kirin e
09:22 Li gel ji sedî 92 astengdar e dîsa neyê berdan
09:21 Wêneyên bi wekilên HDP'ê re kiqandin kirin delîla sûc
09:21 Lêçûna Banka Ziraatê çû ku?
09:20 Welatiyên krîza aborî li wan xist: Em bi heban dikirin û difroşin
09:19 Berdevkê Alinteri: Îktîdar li şûna hêviyê tirsê belav dike
09:18 Warê Şeyh Bedreddin Ortaklar: Em dê ji bo serkeftina HDP’ê têbikoşin
09:18 Tevî pitika xwe ya 9 mehî xebata HDP'ê dike
09:17 Bîrlîk: Em xebatên hilbijartinê bi gel re dimeşînin
09:16 Derman nadin girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Li Rihayê erd hejiya
20/05/2018
18:56 Traktor heye lê mazot tune ye
18:15 Êlihî: Em ê mohra xwe li HDP’ê bidin
17:49 Serokê MED DER'ê: Ziman stûna civakê ye
17:33 Parlamenterên HDP’ê Gundê Eşfê ziyaret kirin: Em dê mala şînê dîsa ava bikin
16:29 Rejîma Îranê kolberek din kuşt
16:28 Li Agiriyê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:26 HDP’ê li Mereşê buroya hilbijartinê vekir
15:58 Turkdogan: Hûn çima li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?
15:58 'Pêdivî bi berxwedanek hevpar heye'
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere