MEREŞ - Rêxistina HDP’ê ya Mereşê, li navçeya Elbîstanê buroya hilbijartinê vekir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mereşê, li navçeya Elbîstanê buroya hilbijartinê ya partiyê vekir. Alên HDP’ê û postere namezetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi kolan buroya hilbijartinê hatin kirin.
Mahmut Tugrul ê HDP’î di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. HDP partiya kilîdê ya vî welatiye. Bê HDP’ê kes nikare tiştekê bike.”
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê, bi berzkirin dirûşman û lêxistina çepekin hat vekirin.