Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin

  • rojane
  • 14:23 13 Gulan 2024
  • |
img
DENE - Girtiyê nexweş Dijwar Nesrî Îsmaîl tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî 3 sal in nayê berdan. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ev astengî ji ber “midûrê girtîgehê rewşê şexsî dike” ye. 
 
Berdana girtiyê 30 salan Dijwar Nesrî Îsmaîl ê ji ber nikare destekî xwe bikarbîne nikare bi tena serê xwe bijî, tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî bi hin hincetên cuda 3 sal in tê astengkirin. Berdana Îsmaîl ê di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê cara 7’emîn hate dirêjkirin. Îsmaîl ê berdana wî 6 mehan hate taloqkirin, di nava 384 girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin de girtiyê ku berdana wî herî zêde tê taloqkirine.
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan, diyar kir ku midûrê Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê A.H.Z. rewş “şexsî kiriye”. Bozanê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bibersivîne pêşnûme pirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir da zanîn ku berdan bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tê astengkirin. 
 
‘MIDÛR: HETA KU EZ LI VIR BIM TU NIKARÎ DERKEVÎ’
 
Bozan, di pêşnûmepirsa xwe de diyar kir ku Îsmaîl di 5’ê îlona 2021’an de cezayê lê hatiye birîn temam kiriye û mafê berdana şertê kontrola edlî bi dest xistiye û got: “Şûna ku girtî Îsmaîl were berdan bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarî hêj nehatiye berdan. Îsmaîl nêzê 33 sal in di girtîgehê de tê ragirtin. Bi hincetên ku lijne pêşkeş dike re di pêvajoya 3 salan de girtina wî tê domandin. Dijwar Nesrî Îsmaîl di nava 384 girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin de girtiyê ku berdana wî herî zêde tê taloqkirine. Îdiayên ku midurê girtîgehê A.H.Z. rewşê şexsî dike ji me re hate ragihandin. Hate diyarkirin ku midûrê girtîgehê Z. ku li pêş berdanê astengiya herî mezin e ji Dijwar re gotiye ‘Heta ku ez li vir bim tu nikarî derkevî’. Di 27’ê sibata 2024’an de Dijwar ji parêzerê ku çûye hevdîtina wî re gotiye berdana wî ya bişert taloqî 12’ê adarê hatiye kirin, hêj dernexistine pêşberî lijneyê û midûrê girtîgehê çûye odeyê bi devkî weke ku gefê lê bixwe jê re gotiye wî bernadin. Di 12’ê adarê de berdana Dijwar ji aliyê lijneyê ve 6 mehên din hatiye taloqkirin. Bi vî awayî lijneyê berdana wî cara 7’emîne ku taloqkiriye. Ji bo biryara lijneyeke din jî 12’ê îlona 2024’an hatiye diyarkirin.”
 
PIRSÊN HATINE PIRSÎN
 
Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin pirsîn: 
 
“* Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê mafên hiqûqî yên girtiyan ji aliyê rêveberiyên îdareyê ve bi awayekî keyfî tên astengkirin, ji bo ev yek çênebe hûn çiqas kontrolan dikin û herî dawî we kengî li vê girtîgehê kontrol kirine?
 
* Sedemên taloqkirina berdana girtiyê bi navê Dijwar Nesrî Îsmaîl a ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve ya 7 caran çi ne û ji bo van sedeman ravekirineke hiqûqî heye?
 
* Tê îdiakirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya berdana girtiyê bi navê Îsmaîl ew e ku midûrê girtîgehê A.H.Z. mijar şexsî kiriye. Agahiyên li ser vê mijarê hem ji girtî hem jî ji parêzeran bi devkî ji me re hatin ragihandin. Der barê vê de lêpirsîneke we heye?
 
* Aşkereye ku taloqkirina berdana girtiyekî ya 7 caran ji aliyê hiqûqî ve ne normal e. Gelo hûn plan dikin ku der barê endamên Desteya Rêveber û Şopandinê yên ev biryar dane û sedemên pêşkeşkirin de komîsyoneke lêpirsînê wezîfedar bikin?”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

15/05/2024
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye