ENQERE - Hat diyar kirin ku Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê yê wekîltiyê ye.
Niqaşên li ser manzetên HDP'ê berdewam dikin. Şanoger Bariş Atay ê hat binçavkirin û berdan, ji bo namzetiyê serî li HDP’ê dabû. Li gorî agahiyên kulisan hat diyar kirin ku Atay, namzetê HDP'ê ye. Atay jî diyar kir ku daxwaza namzetiyê ji wî re hatiye şandin. Der barê namzetiya Atay de tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.