ENQERE- 7 kesên navdar ji bo karsaz Osman Kavala yê girtî tê darizandin serbest bê berdan bang li rayedaran kirin û xwest Kavala serbest berdin.
Wezareta Dadê ya berê û Seroka Komeleya Piştevaniya Jiyana Hemdem (ÇYDD) Aysel Çelikel, Serokê Vakfa Hrant Dink Rakel Dink, Rektorên Zanîngeha Bogazîçî yên berê Ustun Erguder û Ayşe Soysal, Serokên Baroya Stenbolê yên berê Turgut Kazan û Yucel Sayman û dîplomatê berê Murat Ozçelîk, bi armanca Karsaz û Serokê Lijneya Rêveberiya Çanda Anadolu Osman Kavala bê berdan bang li rayedaran kirin û xwestin Kavala bê berdan.
Karsaz Kavala di 1'ê mijdara 2017'an de hatibû girtin. Karsaz û Serokê Lîjneya Rêveberiya Çandê ya Anadolu Osman Kavala ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê di 18’ê cotmehê de hatibû binçavirin di 1'ê mijdara 2017'an de hat girtin.