ENQERE - Ji bo lîsteya namzetên parlamenteriya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê yên pêşkêşî YSK’ê bên kirin, sibe roja dawiye. Civînên partiyan ên lîsteyan di roja dawî de jî berdewam dikin.
Ji bo hilbijartina zorde a bi biryara AKP-MHP’ê hat girtin 35 roj man. Li navendên giştî yên partiyan, ji bo lîsteya namzetên parlamenteriyê liv û tevgerek mezin heye. Ji bo ku partî lîsteyên xwe pêşkêşî Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) bikin sibe roja dawiye.
HDP ku di vê hilbijartinê de, di rewşa parriya kîlît deye, lez dan xebatên xwe û sibe dê lîsteya xwe pêşkêşî Lijneya Rêveberiya Navendî bike.
HDP dê roja Sêşembê di 22’yê Gulanê û CHP jî dê roja Pençşemê di 24’ê Gulanê de, civînên eşkere kirina namzetên xwe li dar bixin.