Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin

  • rojane
  • 10:09 10 Gulan 2024
  • |
img

ENQERE - Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li Girtîgehan di navbera salên 2021 û 2023’yan herî kêm berdana 384 girtiyan hate taloqkirin. Endama ÎHD’ê Nûray Çevîrmen destnîşan kir ku divê lijneya ku “mafê hêviyê” ji holê radike bê betalkirin. 

 
Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê ku ji çileya 2021’an ve li girtîgehan ketine meriyetê bi biryarên xwe yên çavdêriyê înfaza girtiyên ku divê bi şertê kontrola edlî bên berdan an 3 an jî 6 mehan taloq dike. Ev jî bi xwe re gelek mexdûriyetan tîne. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera salên 2021 û 2023’yan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate taloqkirin. Girtiyên ku di serlêdanên xwe yên li ser mijarê li ÎHD’ê kirin de dan zanîn ku lijne bi nêzîkatiyên siyasî nêzî wan dibe û “poşmantiyê” li wan ferz dike. 
 
LIJNE WEKE DADGEHÊ TEVDIGERIN 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku hema bêje temamê mafê girtiyan dewrî Lijneyên Çavdêriyê û Îdarî hatine kirin. Çevîrmen, destnîşan kir ku taloqkirina berdanan yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li girtîgehan diqewimin e û got: “Di çarçoveya hin deman de bi periyodên 3 meh, 6 meh û 12 mehan berdan tên astengkirin. Bi taybetî berdana hemû girtiyên li Girtîgeha Karabukê salekê hate taloqkirin. Lê kesek li dadgehê tê darizandin, ceza digire û pişt re dikeve girtîgehê. Pişt re mudetnameyek tê dayîn û cezayê li wir hatiye birîn cezayê teqez e. Di mudetnameyê de tê nivîsîn ku kesek dê kengî di kîjan şert û mercan de were berdan. Lê ÎGK weke dadgehan tevdigerin.”
 
‘BÊHIQÛQIYA DI NAV BÊHIQÛQIYÊ DE’ 
 
Çevîrmen, mînakên biryarên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên xwe têxin şûna dadgehan ên taloqkirina berdana girtiyan jî wiha parvekirin: “Mînak neqebûlkirina hevdîtina girtî ya bi meleyî re, bi psikolog re, negirtina pirtûkan a ji pirtûkxaneyê an jî xwendina zêde ya pirtûkan ji neberdana girtiyan re dikin hincet. Dîsa yek ji sedemên din jî tevlinebûna aktîvîteyên civakî tê nîşandan ku ev mijareke girîng e. Ji ber ku rêveberiyeke ku aktîvîteyên civakî nade kirin heye. Îdareya ku nahêle girtî vî mafê xwe bikarbînin, weke sedema neberdana girtiyan jî vê yekê têxe nava dosyayê. Di rastiyê de her çiqas rêveberî divê teqez hemû mafên di rêziknameyê an jî qanûnan de hatine naskirin bi cih bîne jî, bi cih naîne û dibe sedem ku girtî neyê berdan, ducaran binpêkirina mafan pêk bîne. Bêparhiştina kesekî ya ji azadiya xwe yek ji mezintirîn binpêkirina mafan e.”
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN’ 
 
Çevîrmen, bi lêv kir ku dêrûnasên di lijneyê de cih digirin di hevdîtinên bi girtiyan re bîrdozî nêz dibin û wiha berdewam kir: “Şûna ku dêrûnnas li gorî dêrûniya girtî pirsan bipirsin an jî di çarçoveya pêdiviya wan de pê re hevdîtinê bikin û çareseriyan hilberînin, pirsên bîrdozî dipirsin. Di pêvajoyên dawî de înfaza girtiyên sê cezayên hucreyê dixwin tê şewitandin. Bi vî awayî girtiyekî 36 sal ceza lê hatibe birîn neçar dimîne ku temamê cezayî di girtîgehê de temam bike. Di encamê de girtî bi her awayî rastî binpêkirina mafan tên û mafê wan ê hêviyê ji holê tê rakirin.”
 
‘BILA LIJNE WERIN BETALKIRIN’ 
 
Çevîrmen, anî ziman ku bi awayekî bêhiqûqî poşmantî li girtiyan tê ferzkirin û da zanîn ku Lijneya Çavdêrî û Îdareyê pirsên “Em çekê bidin we hûn ê me bikujin? Derbarê rêxistinê de çi difikirin?” li girtiyekî kirine. Çevîrmen, bi lêv kir ku girtîgeheke din jî ji girtî re wiha gotiye “Heta ku hûn nebêjin ez poşman im hûn nayên berdan”. Çevîrmen, anî ziman ku aqlê dewletê bi rêya rêziknameyan ji hemû bêhiqûqiyên xwe re qilifekê peyda dike û destnîşan kir ku divê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li ser cezakirinê hatine avakirin teqez bên rakirin û betalkirin. Çevîrmen, anî ziman ku divê xebatên li ser vê bên meşandin.
 
JI SERLÊDANAN RE VEGEREK ÇÊNABE
 
Çevîrmen, bi lêv kir ku ji serlêdanên wan ên têkildarî serlêdanên girtiyan derbarê lijneyê de li wan dane re ji saziyên rayedar bersivek nehatiye dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî hema bêje ji girtîgehan vegerek qet çênabe. Dema me serî li Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) kir jî wiha tê gotin ‘divê girtî bi xwe serlêdanê bike’. Lê rewşeke wiha heye, name û daxwaznmaeyên girtiyan ên ji bo rakirina binpêkirinan ji saziyan re tên şandin ji xwe tên desteserkirin. Ji ber vê yekê daxwaza ‘divê mexdûr serlêdanê bike’ ne rast e.”
 
MA / Omer Gungor
 

Sernavên din

20/05/2024
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome | HATE NÛKIRIN
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket