DERSIM - Li Pêrtagê ji ber xebatên ji bo firehkirina rê yên qeyûm, meheke ava gundê Akdemîrê tune ye. Gundiyên ku meheke ava wan tune ye xwestin demildest pirsgirêk bê çareserkirin.
Li gundê Akdemîr ê Pêrtaga Dersimê, meheke ji ber xebatên firhekirina rê ava tune ye. Hat hîn bûn ku ji ber çêkirina riya di navbera Dersim û Pêrtagê de, li gundê ku 100 mal lê hene av bi sondajê ji rûbaran tê kişandin. Gundiyan diyar kir ku wn pirsgirêk gelek caran ragihandiye rayedaran, lê belê tu encama bi dest nexistine.
‘MEHEKE AVA ME TUNE YE'
Kîbar Yargi, diyar kirin ku ji ber xebatên rê yên şaredariyê meheke ava wan tune ye. Kargi, destnîşan kir ku ew jinên gund çûne cem keya, lê belê tu tişt nehatiye çareserkirin û got: "Em ava xwe dixwazin. Li malê extiyar û nexweşê me hene. Ji ber nebûna avê em nikarin pêdiviyên xwe yên şexsî jî bi cih bînin. Em rojek berî rojekê ava xwe dixwazin. Eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin em ê li ber şaredariya qeyûm çalakiyê li dar bixin."
Şêniya gund Saray Guler jî got: "Ji ber riyên ku qeyûm çêdikin em mexdûr bûne. Bi salan e pirsgirêka ava heye. Lê belê bi vê xebata rê re ava me bi temamî qut bû. Em perîşan bûne. Em bi ava ku ji robaran tînin pêdiviyên xwe bi cih tînin."
'GUNDÎ TÊN CEZAKIRIN'
Songul Guler jî got: "Meheke ji ber çêkirina rê em bi bêavaêtiyê tên cezakirin. Em rezîl bûn. Êdî em nikarin kincên xwe jî bişon. Ji bo ava vexwarinê em bi keran avê ji robaran dikişînin."