COLEMÊRG - Di şeva ewil a meha Remezanê de polîsan avêtibû ser gundê Şapatanê yê Şemzînana Colemêrgê û îşkence li welatî Temer Şengul û Mehmet Ali Avci kiribûn. Delîl Avci ê birayê Mehmet Ali Avci, got êdî gundê wan bi îşkenceyê tê bibîranîn.
Di 7'ê Tebaxa 2017'an de polîsan li gundê Şapatan ê Şemzînana Colemêrgê, bi awayekî giştî gundî îşkence kiribûn. Ev îşkence di raya giştî de deng dabû. Di ser vê îşkenceyê re salek derbas nebû, di 16'ê Gulan 2018'an de di sihora de polîsan dîsa avêt ser Şapatanê. Di avêtina ser malê de polîsan temer Şengul û Mehmet Ali Avci ku di avêtina ser gund a sala çûyîn de jî hatibûn îşkence kirin, dîsa îşkence kirin.
Dema Temer Şengul sihora xwe dikir, polîsan avêt ser malê û bi pehînan sifreya wan belawela kir û hemû ferdên malê jî derb kirin. Her wiha polîsan heta demeke dirêj bi qundaxa çekan, bi pehîn û kulman Şengul îşkence kir. Ji ber vê îşkenceyê gelek deverên bedena Şengul reş bûn. Polîsan li ber çavê zarokên wî Şengul îşkence kir û wî bi halê wî yê birîndar hiştin û çûn. Her wiha polîsan avêt ser mala cînarê Şengul, Mehmet Alî Avci ku sala çûyîn jî tevî gundiyan hatibû îşkencekirin, îşkence kirin.
Di dema îşkencekirina Mehmet Alî Avci de, birayê wî Delîl Avci jî li malê bû. Bira Avci got: "Em ji bo sihorê rabûbûn. Me dît deng ji mala cînarê me tê. Paşê em hîn bûn ku ew dengê îşkenceyê ye. Ji wir berê xwe dan mala me. Bêyî ku em derî vebikin derî şikandin û ketin hundur. Kekê min girtin nav xwe û pehîn û kulman lê dan. Bi şev saet di 02.00'yan de hatin heta 08.00'ê sibehê man. Kesî binçav nekirin, lê bi awayekî dijwar li kekê min û cînarê me xistin. Piştî ku bavê min ket navberê, kekê min ji nav destên wan hat derxistin."
Avci, bi lêv kir ku hîn şopa îşkenceya sala çûyîn jê neçûye, dîsa kekê wî îşkence kirin û ev sedema vê yekê jî têkildarî pêvajoya hiqûqî ya hatiye destpêkirin. Avci got: "Wê demê gundiyan hemûyan gilî kir. Hîn lêpirîn didome, lê dîsa dest bi îşkenceyê kirin. Tê gotin ku ji bo îşkenceya sala çûyîn polîsek ji peywirê hatiye girtin. Lê yên din li ser peywirê ne." Avci destnîşan kir ku gundê wan êdî bi îşkenceyê tê bibîranîn.
NEHIŞTIN ÎFADEYÊ ÎMZE BIKE
Piştî bûyerê Şengul bi derfetên xwe çû nexweşxaneyê û 4 kêl avêtin serê wî. Şengul ji bo giliya polîsan bike çû Emniyeta Navçeyê, lê belê bêyî ku îfadeya wî pê bidin îmzekirin jê re gotin 'em ê li te bigerin' û wî şandin malê.
Li ser îdiaya ku rapora derbkirinê ya Şengul nehatiye amadekirin, em li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê geriyan. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku eger bê xwestin em ê raporê bişînin dozgeriyê û ji ber vê wan endaye wî. Her wiha der barê naveroka raporê de rayedaran agahî neda.