ÎZMÎR – Şêniyên semta Kadifekale ya Navçeya Konakê ya Îzmîrê diyar kirin ku hemû partî li aliyekî HDP li aliyekî ye û wiha gotin: "Tenê partiya ku em dengê xwe bidin wê HDP ye." Halime Kaygisiz ku berê dengê xwe da CHP û partiyên din, diyar kir ku piştî wê HDP naskir bêtir kêfxweş û aram bû.
Semta Kadifekale ku piştî salên 1990'an bû semta penaberan û bi deh hezaran welatiyên kurd, ereb, yoruk û koçberên din hatin li vir bi cih bûn, bûye wekî mozaîka gelên koçber. Welatiyên Kadifekale yên koçber, diyar kirin ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de denge xwe bidin HDP'ê û xebatên xwe yên di nava HDP'ê de zêde bikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re xebatên HDP'ê yên ziyareta pazar, esnaf û gel jî zêde bû. Gel eleqeyek mezin nîşanî buroyên hilbijartinê yên HDP'ê didin. Li semta ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê mijdara 2015'an de gel ji sedî 60 dengê xwe da HDP’ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li bendê ye ku ev rêje bêtir bibe.
HDP'ê li tevahiya Îzmirê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji sedî 10.3 deng stend. Di hilbijartina 1'ê mijdarê de jî ji sedî 8.6 deng sten û 2 parlamenter ji Îzmirê qezenç kirin. Rêveberên HDP’ê di vê hilbijartinê de armanc dikin ku rêjeya 7'ê Hezîranê derbas bikin. Di vê hilbijartinê de armanc dikin ku herî kêm 3 wekîlan derxin.
Welatiyên semta Kadifekale bi awayekî çalak tev li xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê dibin û diyar dikin ku her dengek gelek tiştan diguhrîne. Welatî Mahmut Bozdogan, diyar kir ku ew ji bo jiyanê û mafê xwe çawa têdikoşin ji bo serkeftina HDP'ê jî wisa têdikoşin. Bozdogan, anî ziman ku ev hilbijartin ji bo wan gelek giring e û dê her tişt bi dengekî û HDP'ê bê guhertin û wiha got: "Em bawer dikin ku Kadifekale ji sedî 99 HDP bi ser bikeve. Em dibêjin Êdî bes e."
'JI BO AZADIYÊ HDP'
Welatiya Kadifekale Gulsum Kay jî diyar kir ku ew ji bo azadiyê dê dengê xwe bidin HDP'ê û wiha got: "HDP partiya herî dirurist e. Ger ku hemû ziman, çand, nasname û gelên cuda dixwazin azad bijîn û bibin xwedî statu divê li dora HDP'ê bibin yek û dengê xwe bidin HDP'ê. Me her dem dengê xwe da HDP'ê û em dê dîsa dengê xwe bidin HDP'ê.
'LI DIJÎ ŞER HDP'
Welatiyê Kadifekaleyê Naîf Koç jî diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP'ê li dijî kurdan û gelên din şer daye îlankirin û wiha got: "Divê Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Efrîn û Kobanê neyê ji bîr kirin. Divê ji bo aştiyê û li dijî gel hemû gel li dora HDP’ê bibin yek. HDP ne tenê partiya kurdan, partiya hemû gelan e.
JI BER MIN HDP NAS KIR EZ KÊFXWEŞ IM'
Welatî Halîme Kaygisiz diyar kir ku wê berê deng da partiyên CHP û SP'ê lê niha de dengê xwe bidin HDP'ê û wiha got: “55 salin li Îzmirê me. Piştî min HDP nas kir kêfxweş im. Piştî min HDP nas kir min deng da HDP'ê. Ez bawer dikim ku HDP ji 7'ê Heziranê derbastir bike. Welatî Hamdi Îpek jî diyar kir ku ew dê ji bo aştî, demokrasi û azadiyê dengê xwe bidin HDP'ê û Kadifekaleyê bikin qada cejnê. "