STENBOL - Partîzan, SMF'ê û YDÎ Çagri, di 50'enîn salvegera Rêberê Tevgera Şoreşger a Tirkiye Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê bi sempozyûmekê bibîr anîn.
Partîzan, Federasyona Meclîsa Sosyalîst (SMF) û Ji bo Cîhana Nû Bang (YDÎ Çagri) bi minasebeta 50’emîn salvegera Rêberê Tevgera Şoreşger a Tirkiye Îbrahîm Kaypakkaya li Otela Taksîm Hîll a Stenbolê bi sempozyûmekê bibîr anîn. Sembozyûmê bi sernavê “68 û Îbrahim Kaypakkaya” dest pê kir.
Li salonê wêneyên Îbrahim Kaypakkaya û endamên tevgera ciwanan a 68'an hatin vekirin. “Rasteqîn be, Yê ne pêkan be bixwaze, 68 û Îbrahim Kaypakkaya” vekirin. Gelek siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî tev li sempozyumê bûn. Sempozyumê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnera Partizan Sevda Erkilinç diyar kir ku di sala 1968'an de cîhan li ser piyan bû û wiha got: “Li Emerikayê li dijî şerê li Vietnamê bi sed hazaran li ser piyan bûn. Mirovên reşik li dijî nijadperestiyê di îsyanê de bûn. Li gelek welatên ewropa xwendekar li dijî ‘kevneşopiyên zanîngehan ên kevn" li ser piyan bûn. Li Asya, Afrika, Amerikaya Latin serhildanên şoreşgerî hebûn. Li Çinê Şoreşa Çande hebû. Banga Mao ya ‘navendê bombe bikin" hebû.
Yên ji bo cîhanek nû bedena xwe xistin axê, nûnerê peşengiya Ruhê Şoreşa 68'an Mahîr, Denîz, Huseyin, Yusuf û İbrahim bi xwe ne."
Piştî axaftina vekirinê çalakiyên 68'an bi sînevîzyonekê hatin pêşandan.
Di Semmozyumê de ewil li ser navê KOZ'ê Niyazi Armutlu axivî û bal kişand ser têkoşîna wan.
Li ser navê SMF'ê jî Emrah Saltik axivî bal kişand ser tarza jiyana wan û pêşengiya wan.