STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 321’emîn de xwestin girtiyê nexweş Ergul Çîçekler bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 321’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û xwest Ergul Çîçekler ê girtî bê berdan. Çalakî li Qada Galatasarayê pêk hat, endam û rêveberên ÎHD’ê û xizmên girtiyan tev li bûn. Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Emîne Kuçukbumîn daxuyanî da. Kuçukbumîn diyar kir ku ji bo girtî di girtîgehan de bên hiştin her roj pêkanîn û polîtîkayên cuda re hevrûy dimînin û got: “Êrîşên derûnî û zext hene. Jimartina leşkerî, tundiya zayendî, muameleya xerab, îşkence, astengiya mafê tenduristiyê, astengiya pêdiviya ava germ, pêkanîna şopandina bi kamereyan, ferzkirina lêgerîna tazî, cezayên dîsîplînê, dermankirina bi kelepçe, qedexeya ragihandin û hevdîtinê pêk tên. Ev hemû pêkanînên kêfî li girtîgehan derdikevin pêşiya me.”
‘BILA ÇÎÇEKLER Ê NEXWEŞ ZÛ BÊ BERDAN’
Kuçukbumîn anî ziman ku pêkanîna lêgerîna tazî bi dijwarî tê ferzkirin û girtî Mehdî Boz ji ber “lêgerîna tazî” qebûl nekiriye wî derb kirin e. Kuçukbumîn bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ergul Çîçekler û wiha dewam kir: “Ergul Çîçekler ji 1996’an ve girtî ye. Bi cezayê darvekirinê hat darizandinê û darizandin 7 sal dewam kir. Cezayê muebetê lê birîn. Çîçekler yek ji çalakvanê Rojiya Mirinê ya 19’ê kanûna 2000’î ye. Piştî vê çalakiyê nexweşîna Wernicke Korsakoff pê re derketiye. Lê piştî 7 salan ji Saziya Tiba Edlî derbarê vê nexweşînê de rapor dikaribûye bigire. Niha li Girtîgeha Jimara 1’ê ya Tîpa F a Kandiriyê tê girtin. Çîçekler nikare di girtîgehê de bimîne û şert û mercên girtîgehê li dijî tenduristiya wî ne. Ew bi xwe jî dibêje ku nikare li girtîgehê bijî û nikare xwarinê bixwe. Bila Çîçekler demildest bê berdan.”