ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, bi boneya Hefteya Windayan qûrnefîl avêtin behrê.
Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) ya Îzmîrê û xizmên windayan, di heftaya 433’yan de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya Konakê berdewam kirin. Xizmên windayan û ÎHD’ê pankarta wêneyên windayan li ser vekriin û qûrnefîl danîn erdê. Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli, diyar kir ku 17 û 33’ê Gulanê Hefteya Wandayên Dibinçavan de yên Navneteweyîye û wiha axivî: “Li dijî mûxaleta civakî, dibin çavan de winda kirin yek ji polîtîkayên dewletê ye. Dewlet ji bo dinava civakê de fikaran, tirsê û ne diyarbûnê ava bike, polîtîkayên windakirinê bi rêve dibe. Di encama têkoşîna parêzvanên mafê mirovan de, ev polîtîkayên dewletan hatin teşhîrkirin.”
‘KUJER TÊN PARASTIN’
Canli, anî ziman ku Dayîkên Mayo yên Plaza Arjantînê û Dayikên Şemiyê yên Tirkiyeyê bi têkoşîna xwe ya giryardarî, tim li dijî polîtîkayên windakirinê yên dewletê derketin. Canli, da zanîn ku aqûbeta kesên li Tirkiyeyê hatin windakirin hîna jî ne diyarin û wiha bilêv kir: “Kujer tim tên parastin. Em dixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Çawan ku pêdiviyên zindiyan bi wekhevî, azadî, aştî, hezkirin, ked, av, pirtûk û şînkahiyê hene, pêdiviyên miriyan jî hene. Pêdiviya miriyan bi kefin, ax, gor û qûrnefîlên sor hene. Ji ber vê em têdikoşin. Li gorî rapoara ÎHD’ê 800 mirov dibin çavan de hatin windakirin. Bêguman dewletê vê şerma xwe berdewam dike. Di du salên dawî de 2 serlêdan ji bo 11 şaxên me hatin kirin. Teqez kujer dê rojekê bên darizandin. Ger bi ecelê xwe jî bimirin, dê dîrok wan bi hêrsek mezin bi bîr bîne. Dewleta ku rastiya windayan nas nake, dê tu carî bi gel re li hev nekin û dinava wan de dê aştî pêk neyê.”
Piştî daxuyaniyê 10 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat. Piştî çalakiya rûniştinê xizmên windayan û ÎHDP’ê li ber perava behre ya Birîncî Kordonê, qûrnefîlên di destên xwe de avêtin behre.