MÊRDÎN - Yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di destê Qeyûmê de ye, mala şînê ya êzîdiyên gundê Efşê ya Navçeya Nisêbînê, xera kir.
Welatiyên êzîdi yên Gundê Efyê yê li Kontara Çiyayê Bagokê ye û girêdayî Navçeya Nisêbînê ye, di salên 1980’an de bi zorê ji gundê xwe hatibûn koçkirin û dîsa vegeriya bûn gundê xwe. Welatiyên Êzidî piştî vegeriyan gund mala sersaxiyê ava kiribûn. Yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayîn kirine mala sersaxiyê xera kirin. Duh nîvro yekîneyên Şaredariyê çûn gund û bi kepçeyan mala sersaxiyê ya Êzidiyan xera kirin. Welatiyan dîmenên xerakirinê qeyd kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Alî Atalan jî xerakirina mala şînê teyît kir.
Li Gundê Efşê yê ku ji 130 malan pêk tê û 500 welatiyên Êzidî lê dijîn, di salên 1980 -1990'an de ji cih û warên xwe bi zorê hatibûn koçkirin. Gelek walatiyên êzîdî koçî Ewropa kiribûn. Di salên borî de gelek dîsa vegeriya bûn gundê xwe û ji nûve li gund bi cih bûbûn. Sala par di meha îlonê de mala şînê ya du qat ava kiribûn.
Welatiyêin ku nêzî 100 salin li vî gundî dijîn, piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a ku berê di destê DBP'ê de bû û piştre qeyûm tayînî wê kirin, xera kirin. Welatiyan ji bo rûhsatê serî li Şaredariyê dabûn. Lê Şaredariyê bi hinceta “Tapoya wê tune em nikarin rûhsatê bidin, lê ji bo hûn xaniyên xwe yên berê ji nûve ava bikin pirsgirêk tune" û li ser vê yekê mala şînê hatibû avakirin. Dîsa li ser “gilî" yekîneyên şaredariyê di 7'ê Cotmehê de çûbûn gund û mala şînê mohr kiribûn.
800 HEZAR EURO XWESTIBÛN
Di sala 2013'an de gundên êzidîyan qada SÎT'ê îlan kiribûn. Welatiyên Êzîdî rastî gefên cerdevanên gundên cîran hatibûn. Yên gef li Êzidiyan xwestibûn 800 hezar Euro pere ji wan xwestibûn.
NAVENDA ÇANDA ÊZIDIYAN: HILWEŞANDIN NAYÊ QEBÛLKIRIN
Navenda Çanda Êzidiyan têkildarî vê bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: “Em wek Navenda Çanda Êzidxan,(NÇÊ) bang li hemû qadên navnetewî û gelê Kurdistanê yên dilsoz dikin ku bila bêdeng nemînin. Ev tê wateya ku planên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an hîn bi dawî nehatine. Bêdengî rûreşî û alîkariya vê zulmê ye! Êzdiyên bi rûmet, gelê me yên welatparêz, ji her demê bêhtir divê em sazî û rêxistinên xwe xurt bikin. Da ku dagirker û dijminên mirovahiyê nikaribin rihet tevbigerin.
Divê em hemû qadan li dewleta dagirker û hevalbendên wan teng bikin. Roj roja xîretê û xwedîderketinên nirxên olî û netewî ye. Em vê helwesta dewleta dagirker ya Tirk bi tundî şermezar dikin. Efşê ne bi tenê ye.Her wiha Kelhok jî divê careke din, bigihe xweyiyên Kelhokê.”