ENQERE - Girtiyê nexweşîna giran Mehdî Boz, ji ber ku di dema sewqî de lêgerîna tazî qebûl nekir, hat derp kirin û parsûyên wî birîn bûn. Ligel rapora bijîşk jî, Boz nabin nexweşxanê û di hucreya yek kesî de digirin.
Girtiyê nexweşîna giran Mehdî Boz ê ji Girtîgeha Sergirtî ya Bunyan a Kayseriyê sîrgûnê Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Xerpetê hat kirin, ji ber ku lêgerına tazî qebûl nekir, rastî îşkenceya fîzîkî hat. Boz ê bi nexweşînên penceşêra tuşpiya Tîroîd, KOAH, tansiyon, gurçik, mîde û prostatê, ji ber îşkenceya lê hatkirin, parsûyên wî birîn bûn. Parêzer Hasan Akkuz ê çû hevdîtina Boz, derbarê mijarê de agahî dan Ajansa Mezopotamya (MA).
‘9 ROJIN NABIN NEXWEŞXAN Ê'
Parêzer Akkuz, darbarê rewşa Boz de wiha ev agahî dan: “15 rojin sirgûnê Xerpetê kirin. Gava tînin Girtîgeha Xerpetê lêgerîna tazî li ser Boz ferz dikin. Boz ê vê yekê red dike, dest û milên wî girê didin û derp dikin. Mehdî dixwaze wî bibin nexweşxanê. Li ser vê yekê wî dibin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Xerpetê. Ji ber ku parsûyên wî birîn bûne, bijîşk sewqa wî ji bo beşek din dike û rapor amade dike. Lê li ser vê sewqê re 9 roj derbas bûn, hîna jî Mehdît nebirine nexweşxanê.”
'DI HUCREYA YEK KESÎ DE DIGIRIN'
Akkuz, da zanîn ku Boz di hucreya yek kesî de digirin û wiha got: “Ligel ku di girtîgehê de odeyên sê kesî jî hene, wî di hucreya yek kesî de digirin. Ji Boz re gotin ‘Em ê te dibin çavan de bigirin.’ Cardin mehek cezayê hevdîtinê û teleofnê dane Boz. Ji bo vê mijarê min hevdîtin bi rayedarên girtîgehê re kir. Rayedarên girtîgehê gotin ‘heya 11 û 12’ê Hezîranê dê cezayê wî xelas bibe.’ Boz divê bê dermankirin. Boz derbarê îşkenca lê hatî kirin û di hucreya yek kesî de girtin, serlêdana sûc kiriye. Ezê li vê derê serî li dozgeriya înfazê bidim.”