NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê ya 12’ê Gulanê eşkere kir.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên dawî yên hilbijartina parlamentoya Iraqê yên Herêma Federal a Kurdistanê ji raya giştî re eşkere kir.
Li gorî encamên dawî yên ku rêveberên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê eşkere kirin, hejmara kursiyên partiyan ên li Başûrê Kurdistanê bidestxistin wiha ye:
HEWLÊR
PDK: 8 kursî
YNK: 2 kursî
Nifşê Nû: 2 kursî
Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê: 1 kursî
Goran: 1 kursî
Komel: 1 kursî
DIHOK
PDK: 10 kursî
Yekgirtû: 1 kursî
SILÊMANÎ
YNK:8 kursî
Goran: 4 kursî
Nifşê Nû: 2 kursî
PDK: 1 kursî
Komel: 1 kursî
Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê: 1 kursî
Yekgirtû: 1 kursî
MUSIL
PDK: 6 kursî
YNK: 1 kursî
KERKÛK
YNK: 6 kursî
Eniya Tirkmen: 3 kursî
Koalîsyona Ereb a Kerkûkê: 3 kursî
Di rojên derbas bûyî de 6 partiyên li Başûrê Kurdistanê encamên hilbijartinê îtîraz kiribûn. Lê ligel vê yekê jî encamên hilbijartinê hatin eşkere kirin.