NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, li Marsîlyayê bi armanca balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan stand vekirin. Di standê de belavok hatin belavkirin û biyografiya Ocalan hate nîşandan.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê endamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan stand vekirin û tecrîda li ser Ocalan protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ hate vekirin û belavok hatin belavkirin. Li aliyê din biyografiya Ocalan hate nîşandan. Çalakî dê her roja Înê were lidarxsitin.