AMED – Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê milyonek belavokên bi kurdî çapkirin. Di van belavokan de nexşeya HDP'ê ya ji bo hilbijartinê tê vegotin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bênavber xebatên ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê didomîne. HDP'ê ji bo kampanyaya hilbijartinê milyonek belavokên bi kurdî çap kirin. HDP di belavokan de bal dikişîne ser; nasnameya azad, civaka azad, li dijî talankariyê xweparastin, ramana azad, çapameniya azad, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û hwd. Dê namzetên HDP'ê di vê çarçoveyê de xebatên hilbijartinê bi rê ve bibin.