ÊLIH - Li Êlihê esnafan diyar kir ku ji ber krîza aborî, bi mirovan re pere nemane û hêza kirînê pir ketiye.
Ji ber krîza aborî û zêdebûna qûrên dowîzî, esnaf perîşan bûne. Esnafên Êlihê diyar kirin ku êdî ew nikarin kîloya firingiyan bi lîreyekê jî bifiroşin. Esnafan got, heta îktîdar neguhere dê rewşa aboriyê baş nebe. Mahsûm Taş ku zebze û fêkiyan difiroşe, anî ziman ku êdî ew nikarin mesrefên rojane yên dikanê jî derxînin. Taş bi lêv kir ku heqê kirêya wan zêde ye û roj heye ew 20 lîreyî jî qezenc nakin. Taş got: "Rewşa me nebaş e. Her diçe em xizantir dibin. Tenê mesrefa mitbexa min 500 lîre ye. Mehê nêzî 2 hezar lîreyî heqê kirê didim. heta ku ev îktîdar hebe dê rewşa aboriyê baş nebe."
'BI ZORÊ HEZAR LÎREYÎ QEZENC DIKIM'
Esnaf Abdulhakîm Coşkûn jî, diyar kir ku ew nikare 600 lîre heqê kirêya xwe bide. Coşkûn bi lêv kir ku kesên pereyên wan hene nayên dikane wî, bi piranî kesên feqîr tên û bi deyn alvêrê dikin û got: "Eger niha biçim li cihekî bixebitim belkî mehê 2 hezar lîre qezenc bikim, lê li dikane xwe bi zorê hezar lîreyî qezenc dikim. Li vir em tenê ji bo kirê û mesrefan dixebitin."
Şemsettîn Teşkîn jî diyar kir ku heta 2008'an rewşa wan a aborî baş bû û got: "Krîza aborî heye. Çima ev yek nayê bilêvkirin. Ma ev yek her tiştî nîşan nade?" Xwediyê kafeya înternetê Yilmaz Erîn jî, diyar kir ku ji ber dikan a wî ye hinekî bisiûd e, lê belê dîsa jî mehê 2 hezar lîre mesrefê wî diçe. Erîn got: "Di bêrîka gel de 5 lîre jî tune ye. Sedema biryara hilbijartina pêşwext taloqkirina krîza aborî ye. Lê dê di hilbijartinê de nikaribin vê krîzê bisekinînin. Kes guh nade gel."