ÎZMÎR – Dozger der barê endamên Bloka Aştiyê yên qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên kurd li Parîsê hatin kuştin û qedexeya derketina kolanan şermezar kirin, doz vekir. Dozger ji 1 sal heta 5 salan ceza xwest.
Li Îzmîrê endamên Bloka Aştiyê di 9'ê Çileya 2016'an de qedexeyên derketina kolanan ên li bajarên kurdan û kuştina 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatibûn kuştin şermezar kirin. Ji ber vê şermezarkirinê der barê endamên blokê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Îdianame der varê Caner Canli, Sevîm Dînç, Bîllûr Şîlan Kavar û Akgun irgat de hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 16'an a Îzmîrê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku endamên Bloka Aştiyê ku di metna daxuyaniyê de gotin "Bila çek rawestin, maseya aştiyê demildest bê danîn" di navbera 1-5 salan de bên cezakirin.
Her wiha di îdianmeyê de pankarata li ser "Şer Ji Bo Jinan Mirin, Koçberî Û Tecawiz e" nivîsandî jî sûc hat hesibandin.
Dê danişîna ewil a dozê di 3'yê Cotmeha 2018'an de pêk bê.