WAN - Piştî bersûcê êrîşa Pirtûkxaneya Umutê serbest hatin berdan, Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur ji tehliyeyê re itiraz kir û da zanîn ku ev kesana li ser sûc hatine girtin, ji ber wê "Rêgeza wekheviyê" binpê kirine.
3 bersûcê Doza Pirtûkxaneya Umutê ji ber sûcê "rêxistin ava kirin" hatibûn beraetkirin, piştre tehliye kiribûn. Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur li ser navê malbatan li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê itiraz kir. Dosyaya ji 700 rûpelî pêk tê ku wê demê ji hêla Komîsyona Meclisê ve hatibû amadekirin û beyanên şahidan re, ji hêla Tîmur ve bi armanca "Rêgeza wekheviyê" hatiye binpêkirin radestî dadgehê hat kirin. Tîmur diyar kir ku divê bi delîlên sûc re, kesên li ser sûc hatine girtin, ji nû ve bên darizandin.
BERSÛC HATIN GIRTIN, BOMBE NETEQIYAN
Tîmur destnîşan kir ku berî êrîşa li dijî pirtûkxaneyê pêk bê, di 4 mehan de li bajêr 18 êrîşên bombeyî pêk hatine û piştrast kir ku serbaz Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş piştî hatine girtin, li bajêr tu teqîn pêk nehatine. Tîmur got ku bersûc bi tewanbariya "Mirov kuştin û birîndarkirinê" heta 40 salan ceza li wan hatiye birîn, itirazên ku hatine kirin jî ji hêla Lijneya Giştî ya Ceza ya Dadgeha Bilind û Daîreya Eleqedar a Dadgeha Bilind ve hatiye redkirin û wiha got: "Biryara der barê dozê de, atmosfera siyasî ya li ser darêzê bû sedem."
Yek jî parêzerê dozê Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu anî ziman ku sûcekî ku piştrast bûye, ji hêla AKP'ê ve rewa tê dîtin û vê yekê jî bi vekirî daniye holê. Tanrikulu piştrast kir ku kumkujiya Roboskê ya ku 34 kesan jiyana xwe ji dest da jî bi heman şeklî ji hêla AKP'ê ve bersûc mafdar hatine dîtin
MA / Nîmet Olmez