* Der barê Hevşaredarê Akdenîzê Mehmet Fazil Turk ku girtî ye û qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji 15 salan heta 22 salan cezakirina Turk tê xwestin. Her wiha ji ber ku hevşaredar tev li çalakiya li dijî tiryakê bûye jî, çalakî sûc hat hesibandin.
* Endama Meclîsa Jina ya HDK'ê Asli Azîm Yagci, diyar kir ku ji bo dawî li mudaxileyên li hemberî jiyana jinan bê ew ê dengên xwe bi kar bînin û got: "Ji bo çûyîna Erdogan me ji niha ve capsek amade kiriye."
* Bi hinceta kuştina 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatin kuştin û qedexeya derketina kolanan a li bajarên kurdan şermezar kirin, der barê endamên Bloka Aştiyê de doz hat vekirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku endamên blokê di navbera 1-5 salan de bên cezakirin.
* Li Êlihê esnafan diyar kir ku ji ber krîza aborî, bi mirovan re pere nemane û hêza kirînê pir ketiye.
* Li Amedê siyasetmedarên jin ên HDP'ê bênavber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku li her derî jin eleqeyeke mezin nîşan didin û gotin: "Dê jin stratejiya hilbijartina zordest diyar bikin."
* Di bin serdana Îngîltereyê ya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan de "bazariya pereyan" derket. Burokratekî ku tev li van hevdîtinan bû, derpêş kir ku ji bo Erdogan pereyên xwe di borseya Katarê ya li Îngîltereyê de bîne bazarî kiriye.
* Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê milyonek belavokên bi kurdî çapkirin. Di van belavokan de nexşeya HDP'ê ya ji bo hilbijartinê tê vegotin.
* Kedkarên di çarçoveya Rewşa Awarte de saziyên wan bi KHK'yan hatin girtin û bi KHK'yan hatin îxrackirin, diyar kirin ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de HDP'ê tercîh bikin.
* Hat hînbûn ku Midûriyeta Zabiteyan a Şaredariya Artûklû ku qeyûm tayînî wê hatiye kirine, ji ber navê "Haymatlos" (Bêwar) li kafeya xwe kir ruxset neda xwediyê kargehê. Midûriyeta zabiteyan ji xwediyê kargehê re gotiye "ev nabe" û ruxset nedayê.
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 484'an de çalakiya xwe li şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin, dê di hefteya 686'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û girtiyên nexweş bên berdan dê di çarçoveya 17-31'ê Gulanê Hefteya Windayan de li ber avahiya Serokwezîriyê ya Konaka Îzmirê çalakiya xwe berdewam bikin û piştre qurnefîlan bavêjin Deryaya Egeyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)
* Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye, dê Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên hatin windakirin dê di salvegera wan de, wan li ser gora wan bibîr bînin. (15.00)
* Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan buroyên hilbijartinê vekin, gel û esnafan ziyaret bikin. (13.00-16.30)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 196’an de li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bibin bixwasin girtiyên nexweş bên berdan. (18.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li gel Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat û Komeleyên Herêmê re li Salona Dahwetê ya Klas a li Sefakoyê tev bi bernameya fitaran bibe. (18.00)