ŞIRNEX - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu ê girtiye, der barê biryara DMME’yê ku ji bo Komkujiya Roboskiyê dabû got: “Di dosyeyek ku bûye malê civakê de, bi biryarek siyasî wijdan rihet nabin. Daxwaza me ew e ku berpirsiyar ji bo vê yekê rexnedayina xwe bidin."
Parlemeterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku li Girîtgeha Tîpa F a Jimare 1'ê ya Kocaeliyê girtiye têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku der barê Komkujiya Roboskiyê de dabû, bi rêya parêzerên xwe bi awayekî nivîskî daxuyaniyek da. Encu ku di komkujiyê de birayê wî û gelek xizmên wî mirin, diyar kir ku di dosyeyeke ku bûye malê civakê, encameke bi vî rengî ne pêkan e ku tenê bi biryareke siyasî bê ravekirin. Encu di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku ew malbatên Roboskiyê 7 salin ji bo vê yekê têdikoşin û bi biryareke bi vî rengî tê xwestin ku ked û tahba hatiye dayîn bê pûçkirin.
Berdewamiya daxuyaniya Encu wiha ye:
"Ji roja ewil ya komkujiyê ve, me diyar kiribû ku divê xwedî lê bê derketin û ji bo vê yekê divê komîsyonek bê avakirin. Me ev yek bi hemû rayedaran re parve kir. Her wiha me gotibû, xwedîderketina li gorinan tenê têr nake. Em tim bi gotinên ‘Em vê berpirsyartiyê digirin ser xwe’ re rû bi rû man. Her ku malbatê bi lêv dikir diha gotin ku 'tiştek tune, em pê re elqedar in.’Ji bo biryara DMME’yê ‘Ev biryareke siyasî’ ye û jêrevîna ji berpirsiyartiyê ye. Jêrevîna ji berpirsiyartiyê, nixumandina ser rastiyan, pişguhkirina vê yekê rewakirina wê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Em malbatên Roboskiyê vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Divê kesên dibêjin Roboskî neyê jibîrkirin jî vê yekê qebûl nekin. Ligel vê jî biryara ku DMME'yê daye, em aliyê wê yê siyasî jî temsîl dikin. Lê belê hincetên ku me daxuyandine, ev rewş kêmasiyên li holê ranake. Di dosyeyek ku bûye malê civakê de, bi biryarek siyasî wijdan rihet nabin. Daxwaza me ew e ku berpirsiyar ji bo vê yekê xwe bidin ber xwerexnekirinê. Em wisa difikirin ku kesên hem di warê hiqûqî hem jî di warê siyasî de xwe kirin berpirsiyarên vê yekê, divê daxuyaniyekê bidin."
Encu di berdewamiya daxuyaniya de destnîşan kir ku tekane daxwaza wan ew e ku berpirsi bên aşkerekirin, cezakirin û pirsgirêk bên çareserkirin. Encu diyar kir ku ji bo berpirs bên darizandin û tarîtiya li ser heqîqetê bê rakirin ew ê ji bo edaletê bitêkoşin.