ENQERE - Li Enqereyê komeke nîjadperest hewl da êrîşî standa HDP’ê ya li ser Rêya Sakaryayê bike. Esnafên li derdorê xwedî li standa HDP'ê derketin û her wiha polîsan jî koma nîjadperest dorpêç kir û ji HDP'ê xwestin xebatên xwe yên hilbijartinê bi dawî bikin.
Li Enqereyê komeke nîjadperet û êrîşkar hewl da êrîşî standa hilbijartinê ya HDP'ê ya li ser Rêya Sakaryayê bike. Koma nîjatperest ku li dersxaneyeke nêzî herêmê alaya tirk daliqandin, destpêkê heqaret li HDP’yiyan kir û dû re jî koma ku ji dersxaneyê derket tevî komeke din bû yek û dest bi berzkirina sirûdan kir.
Paşê jî koma nîjadperest hewl da êrîşî standa HDP’ê bikin. Piştî demeke kurt koma nîjadperest ji standmê hat dûrxistin. Her wiha dema koma nîjdaperest hewl da êrîşî standa HDP'ê bike, esnafên li derdorê bû astneg û nehişt kom êrîşî stndanê bike û kesên êrîşkar ji dor standê dûr xistin.
Piştî demeke dirêj polîs hatin cihê bûyerê û bi hinceta ewlehiyê kom dorpêç kirin. Polîsan ji HDP'Iyan xwest ku standa xwe rakin û dawî li xebatên xwe bînin. Lê belê HDP'iyan diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin û ew ji cihê xwe naçin.