STENBOL - Serlêdana malbata Ocalan ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbike û serlêdana malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê cara 76’an hat redkirin.
Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Her wiha malabtên Hilmî Yildirim, Omer Hayrî û Veysel Aktaş jî ji bo bi xizmên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê ne hevdîtinê çêbikin serlêdana pêk anî bûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.
Ji 11'ê Îlona 2016'an ve 76 serlêdanên malbatan ên ji bo hevdîtinê hatine redkirin.