QERS/COLEMÊRG/RIHA - Rêveberên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de bi Sîweregiyan re hatin gelhev. Vekirina buroya hilbijartina HDP’ê ya navçeya Geverê jî veguherî mîtîngê. HDP'ê li Qersê jî yekem buroya hilbijartinê vekir.
Li Rihayê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş, rêveber û bernamzetên HDP’ê yên Rihayê çûn serdana Sîweregiyan. Erdogmuş û endamên partiyê yên pê re, serê sibê Avahiya Xizmetê ya Baroya Sîwerekê ziyaret kirin û hevdîtin bi parêzerên hilbijartinê re hevdîtin kirin.
Erdogmuş dûrê nimêja Înê bi cemaeta mizgeftê re kir û dikandarên navçeyê ziyaret kir. Pişt re Erdogmuş bi welatiyên qehwexaneyên Şeytan Kuçesî, Hal Pazari, Kapali Çarşi, Gumruk Hani, Îspahî Pazarî û Siverekê re hatin gelhev û welatiyî yek bi yek guhdar kirin.
COLEMÊRG
Rêxistina HDP’ê ya navçeya Gevera Colemêrgê buroya hilbijartinê ya “Tu Dikarî” vekir û bi hezaran welatî beşdarî vekirinê bûn. Buro li ser Caddeya Cengîz Topel hat vekirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîlî, Endamê Meclîsa HDP’ê Nurettîn Turgut, bernamzetên HDP’ê yên Colemêrgê, Dayîkên Aştiyê, hevserokên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyê beşdarî vekirinê bûn.
Buro bi coş û kelecaniyek mezin hat vekirin û vekirina buroyê veguherî mîtîngê. Piştî vekirinê welatiyan li ber avahiya buroyê govend gerandin.
QERS
Endam û rêveberên HDP'ê li Qersê jî yekem buroya hilbijartinê ekir. Rêveberên HDP'ê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li Qersê bi coşek mezin buroya hilbijartinê vekir. Piştî vekirina buroyê esnaf ziyaret kirin.