STENBOL - Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê hatiye girtin, bi rêya parêzerên Endamê Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medya (MLSA) diyar kir ku 4 mehin di yek hucreyê de tê girtin.
Parêzerên Endamê Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medya (MLSA), li Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xerpête Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê ji ber ceza lê hatibû birîn girtî ye, ziyaret kir. Endamê MLSA Prz. Savaş Avci bi Yilmaz re hevditin kir û der barê rewşa wî de agahî kom kirin. Prz. Avci, diyar kir ku piştî hewldanên zêde bi Yilmaz re hevdîtin kir û wiha got: "Di hevdîtinê de de gardiyan amade bûn û hevditin di bin qeydên kamerayan de pêk hat. Yilmaz di hevdîtinê de diyar kir ku bi taybetî di bin tecrîda giran de tê hiştin. Li hucreya ku lê tê girtin televîzyon û radyoyê nade wî. Pir hindik û rojnameyan dide wî. Tevî ku tenê ji ber rojnameger e hatiye girtin jî têkiliya wî û rêxistinê bi hev girê bidin. Dîsa diyar kir ku nameyên ku ji rojnameyan re dişine tên sansurkirin.
Yilmaz da zanîn ku nêzî 4 mehin di hucreya yek kesi de tê girtin û sahbeta wî ya bi derve re tê qedexekirin, bi tena serê xwe dernaxe sporê.
Hevditina bi parêzeran re jî di bin çavdêriya gardiyanan de pêk tînin.
Danişîna der barê Yilmaz a bi sedema nûçe çêkiribû û tê darizandin dê di 17'ê Tîrmehê de bê dîtin.