Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin

  • rojane
  • 13:14 24 Nîsan 2024
  • |

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku hewl tê dayîn têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bi polîtîkayên şerê taybet hedef bê girtin û wiha got: “Em weke Meclisa Jinan, ligel têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û tevgerên jinan ên Tirkiyeyê li dijî van êrişan ji bo azadiya xwe piştevaniya jinan mezin bikin.”

 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî rojeva jinan li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Turkoglû, diyar kir ku nirxandina rojeva welat û encamên hilbijartinê ya ji aliyê jinan ve didomînin.
 
‘HEVSEROKATÎ Û NÛNERTIYA WEKHEV ESAS E’ 
 
Turkoglû, diyar kir ku her qonaxa pêvajoya hilbijartinê li ser bingeha rêgeza xwe ya nûnertiya wekhev û hevserokatiyê bi cih anîn û wiha got: “Di vê qonaxê de jinan îradeya xwe di pêvajoya hilbijartina namzetan de li ser sindoqê nîşan dan û careke din gotin ku ‘hevseroktî xeta me ya mor e’. Ez dixwazim xaleke girîng a van hilbijartinan ji bo me jinan bi we re parve bikim; Belê, me got ku li her cihê ku em lê ne hevserokatî û temsîliyeta wekhev esas e. Me ev ne tenê di rêveberiyên herêmî de, di hemû mekanîzmayên xwe de jî parast. Di vê hilbijartinê de gelê me, bi taybetî jî jin careke din bersiv dan kesên ku êrîşî sîstema me ya hevserokatiyê kirine û krîmînalîze kirine. Careke din êrîşên li ser sîstema me bê encam man. Dijminên jinan winda kirine. Jin ji bo avakirina civakeke azad û wekhev bi ser ketine.”
 
‘EM Ê PROJEYÊN XWE BI HEV RE TÊXIN MERIYETE’ 
 
Turkoglû, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bila gumana kesê nebe ku li dijî kesên hewl didin bi gefên qeyûman şaredariyên me xesp bikin vîna herî xurt nîşan nedin. Em li dora felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ bûn yek û bi gotina ‘bi vîna jinê re ber bi rêveberiyên herêmî ve’ em bi ser ketin. Em ê ji niha û şunde modela xwe bi hemû jinan re bi awayekî herî xurt pêk bînin. Em projeyên xwe yên di beyannameya me de cih digirin bi hev re têxin meriyetê. Em ê vê yekê bi Meclisên xwe yên jinan ên li tax, gund û navçeyan bikin. Em ê bi jinên li Tirkiyeyê re bên bahev, hevkariyê bikin û bajarên ku jin bi awayekî wekhev û azad bijîn bi hev re ava bikin. 
 
DIVÊ KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD DEMILDEST BÊN BERDAN 
 
Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên êrişê  û bi peyamên xwe yên şer ên piştî hilbijartinê dan xwest hebûna xwe biparêze. Rojekê piştî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd li dijî saziyên çapemeniyê operasyon li dar xist. Ez dixwazim diyar bikim ku êrişên li dijî rojnamevanên ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên û gavek jî paş ve neavêtine û tevî her cure polîtîkayên sansurê dest ji gotin û nivîsandina rastiyan bernadin şermezar dikim. Divê kedkarên çapemeniya azad ên di operasyonên li Enqere û Stenbolê de hatine binçavkirin demildest bên berdan. Ez dixwazim diyar bikim ku em ê bi saziyên çapemeniyê yên kurd ên li Belçîkayê re di nava piştevaniyê de bin.
 
ÊRIŞ KOMKUJIYÊN JINAN ZÊDE DIKIN 
 
Em baş dizanin ku êrişên li dijî sazî û kedkarên Çapemaniya Azad bi kîjan bingehê tên kirin. Ev êriş li dijî hebûn û yekitiya gelê kurd in û bi xwe re ji gelên welat re xizanî û bêkariyê tîne, komkujiyên jinan, tundiya li dijî jinan zêde dike; sermayedarên çekan û çeteyên şer jî mezin dike. 
 
DIVÊ BI 24’Ê NÎSANÊ RE HEVRÛ BIBIN 
 
Îro 24’ê nîsanê ye. Divê bi 24’ê Nîsanê re hevrû bibin. Em bawer dikin ku tu siyaseta ku bi sûcên mirovahiyê yên li ser vê axê hatine kirin ne mayînde ye. Em felaketa mezin a 109 sal berê weke qirkirina netew û bawerî hate kirin ji bîr nakin. Em êşa gelê ermen parve dikin. Rûbirûbûn bi sûcên li dijî mirovahiyê re, ji bo avakirina aştiyeke mayînde û bi rûmet a li vê erdnîgariyê şertê herî girîng e
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER KRÎZÊN PIRALÎ KÛR DIKE
 
Îro li Rojava, Îsraîl, Filistîn, Îran, Yemen, Ûkrayna û Rûsyayê polîtîkayên şer ji aliyê zilamên serwer re tên meşandin. Bedelê herî giran ê van polîtîkayan em jin didin. Di rapora ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye amadekirin de  li herêmên şer ên par weqayên tundiya zayendî zêde bûne. Rêveberê vî şerî yê ji aliyê serdestên mêr ên kapîtalîst ve li Rojhilata Navîn tê meşandin, hikûmet bi xwe ye. Polîtîkayên şerê qirêj ên tên meşandin, ji bilî kûrkirina krîzên pirhejmar tu encameke xwe nîne. Bi taybetî polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê Kurd û jinên Kurd tên meşandin, bi krîzên pîralî re kûrtir bûne. Yek ji bajarê ku dixwazin bikin navenda polîtîkayên şerê taybet jî Şirnex e. Unîformayiyên di bin navê ‘ewlehiyê’ de tînin bajêr ji bo gelê kurd û jinan pirsgirêka ewlehiyê ye. Mînaka vê ya dawî jî tacîza çawişekî pispor a li Şirnexê ye. Ne ev bûyera li Şirnexê hate jiyîn ne bêceza hiştina Mûsa Orhan ku bû sedema mirina Îpek Er, ji van polîtîkayan ne serbixwe ye.
 
JIN DÊ BERSIVA HERÎ XURT BIDIN DESTHILATÊ 
 
Ev desthilata li dijî tundiya unîformayiyan, tundiya mêr-dewletê ya li dijî jinan polîtîkaya necezakirinê pêk tîne, jinên kurd, dayikan, zarokan jî diavêje girtîgehan. Weke hûn hemû dizanin Makbûle Ozer a 81 salî bi rapora ATK’ê ya dikare di girtîgehê de bimîne di 23’yê nîsanê de careke din hate girtin û şandin girtîgehê. Hatîce Yildiz a 75 salî ji bo keça xwe û girtiyan pere şandin bi sedyeyê birin girtîgehê. ATK ne saziya hiqûqê bûye saziy desthilata siyasî. ATK bi amadekirina van raporan bûye hevkarê sûcê mirovahiyê. Kesên ev sûc kirine helbet dê hesabê bidin. Navê vê êrişa li dijî gelê kurd, têkoşîna azadiya jinên kurd tê kirin şerê taybet e. Piştevaniya bi jinên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dijminên jinan e re ne sûc e. Ev yek israra di polîtîkayên tecrîd û şer de ye. Ya ku esas tê hedef girtin paradîgmaya demokratîk, azadîxwaziya jinan û ekolojîk a birêz Ocalan ku ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî ye.
 
DOZA KOBANÊ 
 
Em jin dê bersiva herî xurt bidin vê desthilata ku dixwaze tecrîdê bike pergalek. Sekna bi rûmet a hevalên me yên jin ku tê xwestin di Doza Kobanê de bên darizandin, sedema me ya têkoşînê ye. Ji ku bigirin dest di rewşeke ku nikarin biryara vê dozê bidin de ne. Ew bi xwe jî nikarin ji nav vî karî derkevin. Em careke din dibêjin piştevaniya bi jinên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan ne sûc e. Şoreşa Kobanê şoreşa jinan e. Em ê heta dawiyê biparêzin. Em bang li hemû jinan dikin. Werin em bi hev re di 16’ê gulanê de di danişîna biryarê ya Doza Komployê ya Kobanê ku dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin de bin. Em piştevaniya xwe ya bi hevrêyên me yên jin ku tên xwestin ji vê dozê bên darizandin. 
 
EM Ê PIŞTEVANIYA JINAN MEZIN BIKIN 
 
Em ê weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê ligel têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û tevgerên jinên Tirkiyeyê re; li dijî van êrişan ji bo azadiya xwe li dijî şer piştevaniya jinan û bihevrebûna jinan mezin bikin. Ji ber ku em dizanin li vî welatî siyaseta desthilatê li dijî jinan hatiya asta şer. Vîna jinê ya piştî hilbijartinên 31’ê Adarê li Wanê derket holê, vîna israra di hevseroktî û temsîliyeta wekhev de ye. Deklarasyoneke wisa ye ku li dijî êrîşên li dijî paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziyz jinê em ê vê modelê bi rengê herî xurt biparêzin û bi cih bînin
 
Dem ew dem e ku em moral û motîvasyona ku me ji tevahiya pêvajoyê wergirtî heta qadên 1’ê Gulanê bi yekîtiya bi coş a jinan pêk bînin. Banga me li hemû jinan e; Em berxwedana xwe ya li dijî şer, xizaniya jinê û bêkariyê mezin bikin.”
 

Sernavên din

05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiay bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi se rket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin