STENBOL - Ji bo Alî Çeçen ê hevjîna xwe Bîrgul Çoban kuştin cezayê girtîgehê yê muebetê hat dayîn. Şandeya dadgehê ji ber halê baş, cezayê Çeçen daxist muebetê.
Alî Çeçen ê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê di Hezîran 2017’an de hevjînê xwe Bîrgûl Çoban kuşt, danişîna biryarê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Edliya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Bersûc Alî Çeçen, parêzerên wî û parêzerên Bîrgul Çoban beşdarî danişînê bûn. Malbata Bîrgul Çoban û Meclîsa Jinan a Stenbolê jî danişîn şupandin. Dozger bi sûcdariya “Bi zanebûn hevjînê xwe kuştin” ji bo Alî Çeçen cezayê girtîgehê yê heta heta yê xwest. Bersûc Çeçen jî beraeta xwe xwest.
DAXISTINA HALÊ BAŞ KIRIN
Şandeya dadgehê dûre biryara xwe eşkere kir û cezayê girtîgehê yê heta hetayê da Alî Çeçen. Şandeyê helwesta Çeçen a di danişînan de, girt ber çavan û ji ber halê baş, cezayê girtîgehê yê heta hetayê veguherand cezayê muebetê.