AMED - Şanogerê navdar ê kurd Ghotbedîn Sadeghî ku beşdarî 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bû, diyar kir ku demokrasî bingeha şanoyê ye û şano hêman û semboleke sereke ya modernîteyê ye.
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi pêşengtiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, bi bernameyên têr û tije berdewam dike. Mîhrîcana ku bi dirûşmeya “Bi Hebûna xwe, bi Xwebûna xwe” dest pê kir, wê heta 27’ê mehê bidome. Li gelek bajaran û 3 aliyên Kurdistanê komên şanoyê û kesayetên di warê hunerê de bi nav û deng in beşdarî mîhrîcanê dibin. Yek jî wan kesan şanoger, sînemager û mamosteyê hunerê Ghotbedîn Sadeghî ye ku ji bajarê Sînê yê rojhilatê Kurdistanê ye. Sadeghî, şanogerekî kurd e û di warê şanoyê de xwedî zanistiyeke bilind e.
Sadeghî, hem rewşa şanoya kurdî ya Rojhilat hem jî ya giştî ji AJansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Sadeghî, li bajarê Tehranê li Zanîngeha Hunerê lîsansa xwe kiriye û zanîngeh weke şagirtê herî serkeftî yê di dewra xwe de qedandiye. Mastir û doktoraya xwe jî li bajarê Starzbûrgê ya Fransayê xelas kiriye. Berî ku biçe Fransayê weke şanoger û rexnegirê şanoyê perwerdehî daye zarokan. Sadeghî, yekemîn kesê ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê perwerdehiya şanoyê daye zarokan e.
REWŞA ŞANOYA ROJHILATÊ WEKE 3 QONAXAN VEGOT
Sadeghî behsa rewşa şanoya kurdî ya li Rojhilatê kir û bi lêv kir ku gava ew ji Fransayê vedigere welêt rewşa şanoya kurdî xerab bû. Sadeghî, rewşa şanoya kurdî ya wê demê weke 3 qonaxan bi lêv kir û wiha berdewam kir: “Qonaxa yekemîn şanoya Komara Kurdistanê bû ku demeke gelekî kêm hat lîstin. Qonaxa duyemîn Şoreşa Îslamî ya Îranê bû ku piştî Komara Kurdistanê belav dibe, pirtûk, muzîka kurdî hwd. tê qedexekirin. Piştî Şoreşa Îslamî dîsa yek û yek li Seqiz, Mihabad, Sîne hwd. kurd dest bi şanoyê dikin. Lê ev destpêkirin bi awayekî nedomdar bû. Qonaxa sêyemîn jî ew e ku ev 25 salên dawî li Rojhilat şanoya kurdî bi awayekî domdar tê lîstin. Berê li bajarên kurdan jî şano bi farisî dihat lîstin.”
BANDORA BÛYERÊN SIYASÎ YA LI SER ŞANOYÊ
Sadeghî bal kişand ser bandora bûyerên siyasî yên li ser şanoyê û da zanîn ku yekemîn şanoya kurdî ya li Rojhilatê hatiye lîstin di sala 1935’an de li sukê Sinê bû. Sadeghî, destnîşan kir ku hinek şagirtên kurd jî di nava mizgeftan de şano lîstine û wiha dirêj kir: “Piştî guhertina rejîma Îranê demekî gelek kin şanoya kurdî hat lîstin. Piştre hikumetê hertişt hilgirt bin desthilata xwe û dîsa şanoya kurdî hat qedexe kirin. Piştî karesata Helepçeyê li bajarê Merîvanê bi hinceta vê karesatê şano hatin lîstin û ji rojhilatê Kurdistanê gelek komên şanoyê tev li bûn. Vê yekê 5-6 sal berdewam kir û piştre ev bernameya Helepçeyê bi dawî bû.”
LI ROJHILAT Û ÎRANÊ MÎHRÎCANÊN ŞANOYÊ
Bi domdarî Sadeghî bi bîr xist ku piştî xelasbûna Bernameya Helepçeyê vê carê dîsa li Merîvanê Mîhrîcana Şanoyê ya Kolan dest pê kir. Sadeghî bi lêv kir ku niha Mîhrîcana Şanoyê ya Kolan, mîhrîcana herî mezin ya Asyayê ye û gelek komên şanoyê û şanoger ji derveyî welat jî tev li vê mîhrîcanê dibin. Sadeghî, bi domdarî ev tişt gotin: “Di heman demê de li Seqizê ev 16-17 sal in Mîhrîcana Şanoya Kurdî heye û ez weke damezrînerekî di her dû mîhrîcanan de jî bi wan re bûm. Karên wan ên fermî li Tehranê tev min bi rê ve dibir ku ew mîhrîcan bikaribin karê xwe bimeşînin. Niha ev her du mîhrîcan jî bûne têgehek li rojhilatê Kurdistanê û ji bo ku hunermendên her çar parçeyên welêt hev nas bikin bûye platformek.”
‘RÊZA CIVAKA ME YA JI BO BIRYARÊN TAKEKESÎ NÎNE’
Sadeghî şanoya kurdî ya giştî jî nirxand û da zanîn ku niha li gorî wî rewşa şanoya kurdî baş e. Sadeghî diyar kir ku çanda medenî ankû ya bajarbûyînê di nava kurdan de hêj nû ye, lewma fikra modern di nava kurdan de rûneniştiye. Sadeghî, anî ziman ku bingeha şanoyê demokrasî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku bingeha şanoyê demokrasî ye, şano yek ji hêman û sembolek sereke ya modernîteyê ye. Lewma tevlibûna gelê kurd ya şanoyê kêm e. Ez li gorî welatên derdorê dibêjim baş e, ez şanoya kurdî nikarim bi welatên Ewropayê re mukayese bikim. Weke mînak, bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê cihekî yekem e ji bo çand û hunerê. Lê hêj jî miletê me di mijara şanoyê de girtî ne û nahêlin ciwanên wan bi şanoyê re eleqedar bibin. Civaka me hêj jî nahêle ku mirovek takekesî biryara xwe bide û vîna wê/wî qebûl nakin.”
‘MIROV DIKARE PROBLEMÊN CIVAKÊ BI ŞANOYÊ RAGIHÎNIN’
Sadeghî di berdewamiya axaftina xwe de rola serhildanên kurdan ya li ser şanoyê vegot û da zanîn ku bi serhildanan dixwazin motîvasyonekê di gel de çêbikin. Sadeghî, anî ziman ku ji ber vê yekê serhildan û geşedanên siyasî li ser şanoyê bandoreke mezin dike û mirov dikare problemên di nava civakê de bi rêya şanoyê ragihînin.
MA / Bazîd Evren