STENBOL - Karkerê înşaetê yê 21 salî ku di projeya Arena 24 a AVM'ê de dixebitî ji qatê 9'an ket û jiyana xwe ji dest da.
Li qada Halkali ya navçeya Kuçukçekmeceyê karkerê 21 salî yê di înşaetê AVM ya projeya Arena 24 de dixebitî ji qatê 9'an ket û jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku Aziz Yeniay ê AKP'î jî şirîkê fîrmaya 24 Gayrimenkulê ye û bi hevre projeya rezîdans a Arena 24 û AVM'ê çê dikin.
Karkerê 21 sali yê ji Samsunê ku bi giranî birîndard bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.