NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr serdana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Bexda û Hewlêrê nirxand û wiha got: “Tirkiyeyê tişta ji dest dihat kir û ew pêvajo êdî derbas bû. Dibe ku ev hewldan şer hinek dirêj bike lê dê encam neguhere.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh li Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê çendek hevdîtin kir. Erdogan bi Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es Sudanî re hevdîtin kir. Erdogan piştî hevdîtinê axivî û got ku ew keyfxweş e ku Iraqê PKK xistiye nava lîsteya “rêxistinên qedexe.” Erdogan, da zanîn ku di hevdîtinan de li ser “têkoşîna li dijî PKK’ê” û “Projeya Rêya Pêşxistinê” axivî ne.
Erdogan herî dawî jî çû Hewlêrê. Li vir bi rêveberên PDK’ê Barzaniyan re hevdîtin kir. Di roja hevdîtinê de li cade û kolanên Hewlêrê alaya tirkan hate daliqandin.
Rojnameger Mervan Ozdemîr têkildarî serdana Erdogan axivî.
Mervan Ozdemîr
TIRKIYE ÇI DIXWAZE?
Ozdemîr bi bîr xist ku beriya Erdogan rayedarên payebilind li herêmê hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Dema mirov ji rexa Tirkiyeyê ve lê dinêre; sedema esasî ya hevdîtinan pirsgirêka kurd û PKK bû. Weke ku tê zanîn li başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKK’ê û artêşa tirk de şerekî dijwar heye. Tirkiye ji sala 2022’yan ve li dijî van qadan di asta herî jor de êrişan dike û gelek baregehên leşkerî ava kir. Ev êriş bênavber didomin û çendek roj berê li Metînayê qonaxeke nû dest pê kir. Ev rewş li Iraqê bi eşkereyî nehat nîqaşkirin lê yek ji mijarên nîqaşan bû. Ya girîng ew bû ku Iraqê di vê mijarê de tu piştgirî neda Tirkiyeyê. Lê dîsa jî hinek derdoran ev rewş jinedîtî ve hatin. Sedema esasî ya vê helwesta Iraqê jî ew e ku zêdetir bala xwe dide ser çareseriyên navxweyî û dixwaze pirsgirêkên xwe yê bi Tirkiyeyê re bi rêya guftûgoyê çareser bike.”
‘ROJEVA ESASÎ YA IRAQÊ AV Û ABORÎ BÛ’
Bi domdarî Ozdemîr bi lêv kir ku Iraqê heta niha jî qebûl nekiriye ku di êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de li rex Tirkiyeyê cih bigire û wiha pê de çû: “Yek ji sedema herî girîng a serdana Erdogan jî ev bû. Dema em ji hêla Iraqê ve li hevdîtinê dinêrin; rojeva wan a sereke û ya Tirkiyeyê heman rojev nîne. Iraq gelemperî li ser pirsgirêka avê û têkiliyên aboriyê disekine. Tirkiye çemên Firat û Dîcleyê bisînor dike lewma herêmên nava Iraqê bi hişkayiyê re rû bi rû ne. Her wiha dahata wê ya herî girîng petrol e û ew jî li ser Tirkiyeyê pêşkeşî piyasaya cîhanê tê kirin. Lewma rojeva wê ya esasî av û aborî bû.”
‘IRAQ SIYASETA HEVSENGIYÊ DIMEŞÎNE’
Di berdewamê de Ozdemîr got ku Iraq li dijî Tirkiyeyê “siyaseta hevsengiyê” dimeşîne û wiha dom kir: “Lewma binpêkirina mafê serdestiya xwe jinedîtî ve tê. Lê tam nehat ser xeta ku Tirkiye dixwaze. Tirkiye jî di daxwazên xwe de biisrar e û dê dev jê bernede. Di vê hevdîtinê zelal bû ku Iraq dê di şerê li dijî PKK’ê de bi awayekî çalak li rex Tirkiyeyê cih negire. An jî piştgiriya ku Tirkiyeyê di serê xwe de çêkiribû pêk nehat. Tu sedemeke ku Iraq li dijî PKK’ê şer bike tune ye û tu berjewendiyên wê jî tê de tune ne. Heta Iraq û PKK’ê ji sala 2014’an heta 2016’an di heman eniyê de bi awayekî çalak li dijî DAIŞ’ê şer kir. Ji salên 1980’an heta niha, bi taybet jî piştî têkbirina rejîma Sedam heta niha di navbera Iraq û PKK’ê de tu pevçûn derneketine. KCK’ê çendek roj berê bi daxuyaniyekê ev rewş weke ‘rêzgirtina hemberî hev’ nirxand.”
Rojnameger Ozdemîr bi lêv kir ku Iraqê ji ber siyaseta xwe ya hevsengiyê PKK nexistiye nava lîsteya “rêxistinên terorê” û ev nirxandin kir: “PKK xist nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe.’ Ne diyar e bê ka ev pênaseye dê bi xwe re encamên çawa bîne. Gotina her carê ya klasîk dubare kir û got; ‘em ê nehêlin tu kes ji nava xaka me êrişî dewleteke din bike.’ Her wiha ji bo PKK’ê got; ‘em ê destûrê nedin xebatên wan ên civakî û siyasî bimeşînin. PKK’î dê weke mêvan û penaber bên qebûlkirin.’ Nayê zanîn ev rewş dê di pratîkê de bi xwe re çi bîne.”
HEDEFA ‘RÊYA PÊŞXISTINÊ’
Ozdemîr, diyar kir ku ne PKK’ê lê berjewendiyên bazirganiyê Iraq û Tirkiye nêzî hev kirine û wiha derbirî: “Weke ku tê zanîn di sala 2023’yan di Lûtkeya G20’ê de biryar hate dayîn ku korîdoreke bazirganiyê ya nû ku Hindistan û Ewropayê girêdayî hev dike bê çêkirin. (Korîdora Aboriyê ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê - IMEC). Ev rêya bazirganiyê ji Iraq, Tirkiye, Îran û gelek welatên din ên Rojhilata Navîn re derbas nabe. Korîdor, li ser rêya Behra Hindê digihije keştîgehên Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, ji vir bi rêya bejahî ser Erebistana Siûdî derbasî Îsraîlê dibe û ji wir jî ser Behra Spî derbasî Îtalya, Fransa û welatên din ên Ewropayê dibe. Heke mirov bala xwe bide ser, Iraq, Îran û Tirkiye pir li jora vê nexşeyê dimînin. Wisa xuya dike ku kirdeya herî girîng jî Îsraîl e. Jixwe di demên dawî de yek ji sedemên herî girîng a Tirkiye, Îran û Iraqê nêzî hev dike jî ev e. Ev welatên hatine baypas kirin, dixwazin di navbera xwe de bi navê ‘Rêya pêşxistinê’ projeyekê bixin meriyetê. Di vê hevdîtinê de di navbera Qeter, Tirkiye û Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb ku di projeya IMEC’ê de jî cih digire, protokolek hate îmzekirin. "
TÊKILIYÊN PDK-AKP’Ê
Ozdemîr, ji bo hevdîtina di navbera Erdogan û Barzaniyan de jî ev nirxandin kir: “Şêweyê protokola pêşwazîkirina Erdogan a PDK û malbata Barzaniyan, qeyûm anîn bîra min. Qeyûm dema şaerdariyên gelê kurd xesp dikin, weke karê ewil li her derê alayan didaliqînin. Bi vê yekê hewl didin gelê kurd tehrîk bikni. Erdogan ê ku li Amed, Wan, Êlih, Mûş, Colemêrgê têk çûyî, bi rêya malbata Barzaniyan bersiva xwe bi daliqandina alaya tirk li ser Keleha Hewlêrê da. Herî zêde PDK ji têkçûna Erdogan bibandor bû. PDK’ê wisa bawer dikir ku dê tifaqa Erdogan û MHP’ê tu caran têk neçe û xizmeteke bêdawî ji wan re kir. PDK’ê piştgirî û moralê herî mezin bi daliqandina alaya tirk li Hewlêrê dan Erdogan.”
Ozdemîr, destnîşan kir ku dibe ku Erdogan li dijî PKK’ê konseptekî nû bixe meriyetê û axaftina xwe wiha qedand: “Lê Tirkiyeyê di pêvajoya berê de her tiştê ku bikare bike kir. Me ew pêvajo êdî derbas kir. Tiştê ji niha ve çêdibin, dubarekirina duh e. Dê ev şer hinek din jî dirêj bibe lê encam dê neguhere.”